Hewlêr (Rûdaw) - Şirketa fêrbûna zimên a navneteweyî Preplyê encamên rapirsiyeke nû eşkere kir.
Lêkolîn nîşan dide ku ziman ne tenê amûreke dan û standinê ye, di heman demê de dikare hest û kesayetiya mirovan biguherîne.
Li gorî lêkolînê, ji sedî 59ê mirovan diyar kir ku ew li gorî zimanê ku pê diaxivin aliyên cuda yên kesayetiya xwe nîşan didin.
Ev amar nîşan dide ku ziman di avakirina nasnameyê de xwedî roleke mezin e.
Preplyê ji bo amadekirina vê lêkolînê bi 3 hezar û 608 kesan re li Amerîka, Brîtanya, Fransa, Almanya, Spanya û Japonyayê hevpeyvîn kir.
Di rapirsiyê de li ser nêrînên hestiyar ên li ser 10 zimanên sereke yên cîhanê lêkolîn hat kirin.
Zimanê herî romantîk Fransî ye
Li gorî lêkolînê, zimanê herî romantîk û elegant ê cîhanê Fransî ye.
Zêdetirî nîvê beşdaran (ji sedî 54) Fransî wekî zimanê herî romantîk hilbijart.
Di rêza duyem de jî bi rêjeya ji sedî 43yan Îtalî cih girt.
Zimanzan daxuyand ku rîtma nerm û dengdêrên vekirî yên van zimanan dihêle ku ew di guhê guhdaran de wekî melodîk û nerm deng bidin.
Her wiha çanda her du welatan a di qada huner, mode û xwarinê de van nêrînan xurttir dike.
Psîkolog Francisco Rivera li ser vê mijarê dibêje, "Mirov bi awayekî xwezayî hestê didin dangan.
Dema ku em guh didin zimanekî xwedî rîtma nerm û dengdêrên vekirî, em pir caran wî zimanî wekî germtir û dilovanî şîrove dikin.
Paşê stereotîpên çandî van nêrînan hîn xurttir dikin. Ev yek dike ku hinek ziman beriya ku em fêm bikin ka wateya peyvên wan çi ye, wekî romantîk an elegant li cem me xuya bibin."
Portugalî û Spanî zimanên herî dostane ne
Dema ku pirs ji bo zimanê herî germ û dostane hat kirin, encam guherîn.
Zimanê Portugalî bi rêjeya ji sedî 34an di rêza yekem de cih girt.
Di rêza duyem de jî bi rêjeya ji sedî 33yan Spanî hat hilbijartin. Îtalî jî bi rêjeya ji sedî 26an bû sêyem.
Zimanê Almanî di vê qadê de di rêza herî paş de cih girt û tenê ji sedî 7ê dengan stend.
Her wiha xebatên muzîkê, fîlm û nûçeyên di medyayê de bandoreke mezin li ser peydakirina van nêrînan dikin û wan zimanên ku li jorê hatine rêzkirin wekî zimanên germ û dostane nîşan didin.
Zimanên herî kompleks û pratîk
Beşdaran zimanê Çînî (Mandarin) bi rêjeya ji sedî 46an wekî zimanê herî kompleks hilbijart.
Piştî wê bi rêjeya ji sedî 40î Japonî û Koreyî, bi rêjeya ji sedî 37an jî Erebî hatin hilbijartin.
Pispor diyar dikin ku ev dîtin ji ber xerîbbûna pergalên nivîsandinê û rêzikên dengî yên cuda çêbûye.
Nêzîkî ji her çar kesan kesek diyar kir ku ew naxwazin fêrî zimanekî bibin ku li gorî wan kompleks e.
Profesora Ziman Melissa Baese-Berk jî li ser vê yekê diyar kir:
"Ziman gelek caran ne ji ber ku bi xwe zehmet in kompleks tên dîtin, lê ber ku pergalên wan ji tiştên ku şagirt jixwe dizanin cuda ne.
Ji bo kêmkirina vê zehmetiyê, divê em li ser pergala li pişt vê kompleksbûnê hûr bibin."
Di warê pratîkbûnê de jî Îngilîzî bi rêjeya ji sedî 41ê dengan di rêza yekem de cih girt.
Ev rêje nîşan dide ku Îngilîzî di warê karsazî, teknolojî û geştyariyê de wekî zimanê sereke yê cîhanê tê pejirandin.
Nêrîn li gorî welatan diguherin
Lêkolînê nîşan da ku nêrînên li ser zimên li gorî herêman diguherin.
Wek mînak, beşdarên li Brîtanya û Amerîkayê zimanê Fransî wekî yê herî romantîk dibînin.
Lê li Almanya û Spanyayê Îtalî wekî zimanê herî romantîk tê pejirandin.
Her wiha beşdarên li Japonyayê li hemberî zimanên wekî Fransî û Îtalî nermtir in û wekî welatên Rojava wan bi hestên romantîk pênase nakin.
Ev lêkolîn ji bo şagirtan bîranîneke girîng e ku stereotîp, çi erênî çi neyînî bin, divê sînoran nexin ber daxwaza wan a fêrbûnê.
Zimanekî ku li destpêkê dijwar xuya dike, dikare bi rêya xebat û şopandinê bibe zimanekî hêsan û xweş.


.jpg&w=3840&q=75)
