Hewlêr (Rûdaw) - Peykersazê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê Cemîl Yûsif peykerê "Kupaya Cîhanê" bi Alaya Kurdistanê çêkir.
Cemîl Yûsif ev berhema xwe ya nû ya hunerî li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê pêşkêş kir.
Cemîl Yûsif bi vî karî bala hunerhezan û raya giştî kişand ser xwe.
Peykerê "Kupaya Cîhanê" nêzîkî 5 metreyan bilind e.
Wî ev peyker wekî sembola aştî, vekirîbûn û bihevrejiyanê çêkiriye.
Tîmeke ji 25 kesan 95 rojan kar kir
Li Hewlêrê peykerê Kupaya Cîhanê piştî xebateke dijwar a 3 mehan temam bû.
Ev peyker bi hunereke pir zirav hatiye nexşandin.
Ev berhem ne tenê peykerekî werzişî ye ku ji bo bûyereke futbolê hatibe çêkirin, ew nexşeyeke hunerî ya kûr e.
Di vê berhemê de alayên hemû welatên beşdar ên Kupaya Cîhanê cih digirin.
Her wiha Alaya Kurdistanê jî li gel wan alayan bi rengekî hunerî hatiye komkirin.
Peykersaz Cemîl Yûsif beşdarî bultena Nûrojê ya Rûdawê bû û pirsên Nalîn Hesenê bersivandin.
Cemîl Yûsif da zanîn ku ev proje bi keda tîmeke mezin a ji 25 kesan pêk hatiye.
Di nav vê tîmê de endezyar, wênesaz, peykersaz û teknîsyen hebûn.
Wan 95 rojan bi berdewamî bi şev û roj kar kiriye.
Yûsif li ser vê yekê got, "Me xwest em tiştekî nû çêbikin ku kalîteya wê di asta cîhanî de be.
Tevahiya vî karî bi destan hatiye çêkirin.
Ji qonaxa dîzaynê bigire heta bi peykersazî, rengkirin û temamkirina dawî her tişt bi destan e."
Bilindahiya vê berhema mezin 4,80 metre ye.
Di çêkirina wê de keresteyên wekî hesin, dar, cîps, pelên zêr û madeya akrîlîkê hatine bikaranîn.
Ev têkeleya keresteyan hêzê dide peyker ku li hemberî şert û mercên xwezayî xweragir be.
Her wiha rûmeteke hunerî û estetîkî ya taybet jî pê dibexşîne.
"Alaya Kurdistanê di dilê cîhanê de ye"
Ji ber ku Kurdistan ne dewleteke serbixwe ye nikare beşadarî Kupaya Cîhanê bibe.
Tevî vê yekî jî Cemîl Yûsif bi zanebûn Alaya Kurdistanê li kêleka alayên welatên cîhanê nexşandiye.
Ew vê gavê wekî erkeke neteweyî û hunerî dibîne.
Yûsif sedema vê yekê wiha tîne zimên, "Dema ku mirov dibîne alaya welatê wî di nav alayên cîhanê de nîne dilê wî dimîne.
Me xwest em bi rêya vê berhemê peyamekê bidin cîhanê ku Kurdistan deriyên xwe ji hemû gelan re vedike.
Li Herêma Kurdistanê zêdetirî 15 neteweyên cuda bi aştî, biratî û kêfxweşî dijîn.
Ev peyker jî nîşaneya wê bihevrejiyana mînak e."
Tê payîn ku ev peyker li yek ji cihên herî navdar û qelebalix ên Hewlêrê bê danîn.
Ev der dibe ku Empire, Erbil Avenue yan jî Boulevard be.
Bi vî awayî dê gelek geştyar û xelk wê bibînin.
Her wiha peykersaz Yûsif diyar kir ku ew difikirin vê berhemê wekî xelat bidin bajarê Zaxoyê.
Ji ber ku alîgirên tîma Zaxoyê di dengdana FIFAyê de wekî alîgirên herî baş ên cîhanê hatibûn hilbijartin.
Diyariya ji bo Nêçîrvan Barzanî: Kilîla Azadiyê
Cemîl Yûsif bi eslê xwe ji Rojavayê Kurdistanê ye û ev 20 sal in bi profesyonelî vî karî dike.
Wî spasiya xwe ya taybet ji bo Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî anî zimên.
Yûsif diyar kir ku Nêçîrvan Barzanî bi berdewamî piştgiriyê dide Rojavayê Kurdistanê.
Ji ber vê yekê wî biryar daye ku projeyeke nû ya bi navê "Kilîla Azadiyê" amade bike.
Ew dê vê projeyê wekî diyarî û nîşaneya wefadariyê pêşkêşî Serokê Herêma Kurdistanê bike.
Diyariya taybet a ji bo Rûdawê: Dara Berûyê
Cemîl Yûsif diyariyeke hunerî ya pir watedar pêşkêşî Tora Medyayî ya Rûdawê kir.
Wî di 13 saliya damezirandina Rûdawê de peykerekî "Dara Berûyê" amade kiribû.
Ev peyker ji dara berûyê ya resen hatiye çêkirin.
Yûsif diyariya xwe wiha şîrove kir:
"Rûdaw wekî dara berûyê ye, rehên wê qayîm in û çiqilên wê li her çar aliyên cîhanê belav bûne.
Min her xelek ji temenê Rûdawê wekî xelekek li ser qurmê darê nexşandiye.
Da ku 13 salên xebata we ya pîroz diyar bike."
Ev diyarî bi temamî karê destan e.
Ev wekî nîşaneya serkeftina medyaya Kurdî hat nirxandin.


