Hewlêr (Rûdaw) - Mihemed Hesenî, mamoste û dahênerekî Kurd e û wî bi projeya "Platfoma Perwerdeya Ziman a Zîrek" di "Festîvala Navneteweyî ya Atabeyê" ya li Tirkiyeyê de madalyaya zêrîn a cîhanî stand.
Mihemed Hesenî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, armanca wî ya sereke xizmetkirina deverên dûrdest ên Kurdistanê ye ku ciwan ji ber hejariyê yan jî nebûna mamosteyan ji fêrbûnê bêpar nemînin.
Ev platform pergaleke giştgîr e ku hişê çêkirî wekî mamosteyekî taybet bi kar tîne.
Mihemed Hesenî diyar kir, "Armanca me ew e ku zarokekî gundekî dûrdest ê Kurdistanê, xwedî heman derfeta fêrbûnê be ku xwendekarekî bajarên herî mezin ên cîhanê xwedî lê ye."
Hesenî li ser hûrgiliyên projeya xwe eşkere kir ku platform sûdê ji teknolojiya "AI Learning Genome" werdigire.
Ev teknolojî xalên lawaz ên fêrxwazan nas dike û ji bo fêrbûnê nexşeyeke taybet ji bo wî kesî datîne.
Bi vî awayî "rêya fêrbûna 2 fêrxwazan wekî hev nabe."
Kopyaya zîrek a mamosteyan
Taybetmendiyeke din a platformê "AI Teacher Clone" e.
Di vê beşê de mamoste dikarin deng û şêwaza gotina dersên xwe tomar bikin û pergal weşaneke zîrek a wî mamosteyî çêdike.
Bi vê yekê xwendekar dikarin di her demê de bi wê "kopyaya zîrek" a mamosteyê xwe re biaxivin û pirsan jê bikin.
Wekî ezmûnên IELTS û TOEFLê
Dahênerê Kurd destnîşan kir ku di platformê de beşa "AI Speaking Examiner" heye ku wekî îmtihankarekî IELTS û TOEFLê kar dike.
Ev beş xeletiyên rêziman, derbirîn û herikbariya axaftinê tesbît dike û puanan dide xwendekaran.
Her wiha beşa "AI Roleplay" derfetê dide fêrxwazan ku di jîngehên wekî balafirgeh, otêl an jî hevpeyvînên kar de rahênanên axaftinê bikin.
Piştgiriya 40 zimanan û nasnameya çandî
Platform piştgiriya zêdetirî 40 zimanan dike ku di nav wan de Kurdî, Îngilîzî, Farsî, Erebî, Almanî û Çînî jî hene.
Mihemed Hesenî anî ziman, "Ev teknolojî cihê mamosteyan nagire lê dê bibe alîkarekî mezin ji bo wan."
Ev platform ji bo mamosteyên zimanê Îngilîziyê jî derfetê çêdike ku bi rêya amadekirina naverokan û dersgotinê dahatê bi dest bixin.
Mihemed Hesenî ku niha bûye endamê Komeleya Zana û Dahênerên Tirkiyeyê hêvî dike ku ev platform bibe yekemîn "ekosîstema cîhanî".
Hesenî li pey çû û ragihand, "Em dixwazin bi rêya vê platforma navneteweyî çanda xweşik a Kurdistanê bi cîhanê bidin naskirin."



