Hewlêr (Rûdaw) - Ciwanê Kurd Ako Xweşmêr bi lazerê amûreke muzîkê çêkir.
Ako Xweşmêr li stûdyoya Rûdawê bi amûra xwe sirûda neteweyî "Ey Reqîb" lê da.
Ev amûr wekî projeya derçûnê ya Koleja Endazyariya Kompîterê hatiye çêkirin û mirov dikare bi vê amûrê meqamên cuda jî çêke.
Ako Xweşmêr derçûyê Koleja Hunerên Bedew û Koleja Endazyariya Kompîterê ye.
Ako Xweşmêr bû mêhvanê bultena Nûrojê ya Rûdawê û li ser çêkirina vê amûrê got:
"Min ev amûr wekî projeya xwe ya derçûnê ya li Koleja Endazyariya Kompîterê çêkir.
Dema min temam kir tiştekî xweş derket holê û min xwest ku xelk bibîne."
"Mesafe 10 santîmetre ye"
Amûr ji 15 tîrêjên lazerê û 15 sensoran pêk tê û vê amûrê de du oktavên muzîkê hene.
Ako bi xwe dîzayna amûrê kiriye û li gorî gotina wî, "Mesafe di navbera her lazerê de 10 santîmetre ye.
Ev jî ji bo wê yekê ye ku di dema lêdanê de dest li tîrêjên din nekeve û bi hûrî kar bike."
Taybetmendiya guherandina meqaman
Yek ji taybetmendiyên balkêş ên amûrê ew e ku meqam û tonên wê tên guherandin.
Ako Xweşmêr li ser vê yekê ev agahî dan, "Min sê taybetmendî jê re danîne.
Meqamê wê dikare bê guhertin, em dikarin transpoz bikin, ango tonan bilind û nizm bikin.
Her wiha em dikarin oktavan jî bibin jor an jêr."
Ako wekî mînak li stûdyoyê bi vê amûrê li meqamê Hîcazî jî da.
"Bêyî temaseke fîzîkî"
Ako plan dike ku di paşerojê de projeya xwe bi pêş bixe û bike amûreke standard û wiha pê de çû:
"Dibe ku bê bipêşxistin û bibe tiştekî standard. Bedewiyeke wê ya taybet heye ku mirov bêyî temaseke fîzîkî di hewayê de li muzîkê bide."
Wî amaje pê kir ku mesrefê çêkirina amûrê zêde nîne û kel û pelên wê li bazarê hene.
Fêrbûna wê demê dixwaze
Ako Xweşmêr ji bilî vê dahênanê, jenînerekî jêhatî ye.
Ew li amûrên wekî piyano, keman, gîtar, ûd, ney, balaban û klarnetê jî dide.
Ako diyar kir ku fêrbûna vê amûra nû demê dixwaze û got:
"Pêdiviya her amûrê bi provayê heye. Heta ku mirov bi temamî şareza bibe herî kêm şeş meh pêwîst in."


