Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê navdar Ciwan Haco amadehiyê dike ku li Swîsreyê derkeve pêşberî hezkirên xwe.
Konsera Ciwan Haco dê li bajarê Zurîhê yê Swîsreyê were lidarxistin.
Ciwan Haco derbarê konserê li ser hesabê xwe yê Xê parvekirinek kir.
Li gorî agahiyên ku li ser malpera firotina bilêtan Ticketmasterê hatine belavkirin, konsera Ciwan Haco dê 5ê Îlonê were lidarxistin.
Konser dê bi dema herêmî saet 20:00an dest pê bike.
Cihê konserê jî wekî Volkshaus Zurich hatiye diyarkirin ku yek ji navendên çandî û hunerî yên navdar ên bajarê Zurîhê ye.
Bilêt derketin firotinê
Hezkirên Ciwan Haco dikarin ji niha ve bilêtên konserê li ser înternetê bikirin.
Tê payîn ku ne tenê Kurdên li Swîsreyê, her wiha Kurdên li welatên din ên Ewropayê jî eleqeyeke zêde nîşanî vê konserê bidin.
Haco di dirêjahiya jiyana xwe ya hunerî de gelek album derxistine û di dilê bi milyonan Kurdan de cih girtiye.


.jpg&w=3840&q=75)
