Hewlêr (Rûdaw) - Akademiya Kurdî ya Wanê ku bi çalakiyên xwe yên çand, ziman û hunera Kurdî tê naskirin, gaveke nû û mînak avêt.
Akademiyê ji bo welatiyên parêzgehê yên ku dixwazin fêr bibin, kurseke taybet a zaravayê Soranî yê Kurdî vekir.
Hevserokê Akademiya Kurdî ya Wanê Abdurrahîm Orhan li ser kursê got, “Bi kursa Soranî re xebatên me yên ji bo Kurdî didomin.
Ji bo ku di navbera zaravayên cuda û Kurdan de têkiliyeke baştir ava bibe, pêdivî bi fêrbûna zaravayên din jî heye.
Me bi vê armancê dest bi vê xebatê kir û em dê xebatên xwe bidomînin.”
Hefteyê rojekê fêrî Soranî dibin
Mamosteyê kursê ji Rojhilatê Kurdistanê ye. Niha 10 fêrkar hefteyê rojekê û sê demjimêran li ber destê wî fêrî xwendin û nivîsîna Soranî dibin.
Fêrkarê zaravayê Soranî Şehwan jî wiha axivî:
“Ez fêrî zaravayê Soranî dibim ji bo ku pêwendiya min li gel xelkê me yê Soranaxêv çêbibe.
Ez dixwazim hem dîroka wan hem jî stranên wan hîn bibim. Ez gelekî spasiya akademiyê dikim ku ev derfet daye me.”
Kursa dê 4 mehan bidome
Kursa Soranî 29ê Nîsanê dest pê kiriye. Ev kurs dê 4 mehan bidome û bêberamber e.
Hevseroka Akademiya Kurdî ya Wanê Gulseren Kîrazê jî diyar kir ku ew dixwazin zimanê Kurdî dewlemend bikin û got:
“Ev nêzîkî 5 sal in em di akademiyê de dixebitin. Em li ser çi dixebitin? Em li ser zimanê xwe dixebitin.
Em dixwazin miletê me hem zaravayê xwe hem jî yên din fêr bibe da ku zimanê xwe dewlemend bike.”
Akademiya Wanê ji 2021ê ve dixebite
Akademiya Wanê sala 2021ê li Wanê hatiye vekirin. Akademî li ser Kurdî, Îngilîzî û çend zimanên din ên biyanî xebatan dike.
Sazî her sal kursên bêberamber pêşkêşî xelkê Wanê dike.


