Wan (Rûdaw) - Pêşangeha Yekemîn a Şaredariya Tûşbayê ya Wanê bi sernavê "Rojên Wêje û Pirtûkan" hat lidarxistin.
Di "Rojên Wêje û Pirtûkan" ên şaredariyê de nêzîkî 40 weşanxaneyên Kurdî stand vekirin û çalakiyên edebî hatin lidarxistin.
Ev pêşangeh û çalakiya wêje û pirtûkan a Şaredariya Tûşbayê bi hevkariya Komeleya Edîb û Nivîskarên Serhedê (Kurdîwar) û Yekîtiya Weşangerên Kurd (Yew-Kurd) hat lidarxistin.
"Divê em girîngiyê bidin van xebatan"
Hevseroka Yekîtiya Weşangerên Kurd Asya Genimê diyar kir ku weşangerî karekî pîroz e û got:
“Divê em wekî civak girîngiyê bidin xebatên bi vî rengî. Ji ber vê yekê hemû xebatên ku li ser Kurdî, li ser pirtûk û weşangeriyê bin em girîng dibînin.”
Hevberdevkê Komîsyona Ziman û Çandê ya DEM Partiyê Heval Dilbihar destnîşan kir ku daxwaza hemû gel ew e ku ev pêşangeh li her derê werin lidarxistin û wiha axivî:
“Daxwaza hemû gelê me ew e ku ev pêşangeh ne tenê carekê û li her cihî, lê her dem û li her bihosta axa Kurdistanê pêk bên.
Ji bo vê jî divê amadekarî, stratejî, plansazî û bernameyên şaredariyên me û hemû sazî û dezgehên ku li ser navê Kurdan têkoşînê dimeşînin li ser vê bingehê bin.”
"Armanc gihandina Kurdiyê ya ji bo hemû malan e"
Nivîskar Mehmet Gur anî zimên ku ew dixwazin Kurdî li hemû malan belav bibe û got:
“Armanca me, nivîskarên me û weşanxaneyên me ew e ku em zimanê Kurdî pêşkêşî gelê xwe bikin da ku Kurdî bigihîje hemû malan û li hemû malan belav bibe.”
Nêzîkî 40 weşanxaneyên Kurdî ji bo 4 rojan cureyên berhemên edebiyata Kurdî li standên xwe xistin ber çavên xwîneran.
Di van rojan de nivîskar û xwînerên Kurdî hatin cem hev.
Kordînatorê Weşanxaneya Dozê Koroglu Karaaslan got, “Car yekem e li Wanê çalakiyeke wiha ya zimanê Kurdî çêdibe.
Em jî ji bo dewlemendkirina vê çandê û hêsankirina gihîştina pirtûkên Kurdî beşdarî vê çalakiyê bûne.”
Eleqeya ji bo pirtûkên Îsmaîl Beşîkçî
Nûnerê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî Davut Ozalp da zanîn ku li standa wan pirtûkên akademîk balê dikişînin û wiha pê de çû:
“Li standa me xwîner zêdetir eleqeyê nîşanî pirtûkên Mamoste Îsmaîl Beşîkçî û kovara Dîroka Kurdan didin.”
Nivîskar Recep Dildar jî destnîşan kir ku Wan bajarekî mezin ê Kurdan e û got:
“Em dixwazin Wan li Serhedê bibe bingeha zimanê Kurdî.”
Di çarçoveya pêşangehê de çalakiyên wekî rojên îmzeyê, panel û guhdarîkirina helbestan hatin lidarxistin.
Xwîner û nivîskaran bi van çalakiyan demên xweş derbas kirin.


