Amed (Rûdaw) - Welatiyê bi navê Engîn Zengîn li navçeya Licê ya Ameda Bakurê Kurdistanê çewlika kûçikên Pomeranian vekiriye.
Engîn Zengîn 2018an çûye Taylandê û li wir cara ewil kûçikên Pomeranian dîtine.
Piştî ku ew ji van kûçikan gelekî hez dike, biryar dide ku li Licê çewlika wan veke.
Engîn Zengîn piştî ku vedigere Licê dest bi vî karî dike.
Wî destpêkê ji Taylandê 10 kûçik anîn û piştre hejmara wan zêde kir.
Engîn Zengîn heta niha zêdetirî hezar kûçikên Pomeranian firotine.
Hezkiriyên van kûçikên bedew gelek in û bi taybetî wekî "kûçikên sosyeteyê" tên naskirin.
Engîn Zengîn diyar dike ku ew dixwaze mişterî ji Herêma Kurdistanê jî herin û ew van kûçikan bifiroşe wan jî.
Taybetmendiyên kûçikên Pomeranian
Ev kûçik bi guhên xwe yên mûç, pirça xwe ya zêde, qama xwe ya kin û çavên xwe yên zeytûnî balê dikişînin.
Her wiha bi dengê xwe yê berdewam û enerjiya xwe ya zêde wekî cureyekî taybet ê Taylandê tên naskirin.
Lê ev dîmen ne ji Taylandê ne jî ji welatekî din ê cîhanê ne.
Ev dîmenên bedew ji çewlika Engîn Zengîn a li navçeya Licêya Amedê ne.
"Gelek kesan henekên xwe bi min dikirin"
Xwediyê çewlikê Engîn Zengîn li ser vekirina cihê xwe ev agahî dan:
"Min ji malbata xwe, ji bav û birayê xwe re got em çewlikeke wiha vekin.
Dema min biryar da ku ez vê çewlikê vekim gelek kesan henekên xwe bi min kirin. Tenê malbata min piştgirî da biryara min.
Navê çewlika me Mînîk Pom e. Li ser medyaya civakî an jî li Googleyê tu Mînîk Pom binivîsî derdikeve. Malpera me jî heye."
Engîn Zengîn da zanîn ku deriyê wan ji her kesî re vekirî ye û got, "Kî bixwaze dikare zarokên xwe bîne, ji kûçikan hez bike û stresa xwe biavêje."
Heta niha zêdetirî hezar kûçik firotine
Li gorî gotinan, kûçikên Pomeranian zêdetir ji aliyê dewlemendan ve tên kirîn û loma jî wekî "kûçikên sosyeteyê" tên naskirin.
Engîn Zengîn destnîşan kir ku wî heta niha zêdetirî hezar kûçik firotine 81 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û wiha pê de çû:
"Min firotin Ewropayê jî. Min firotin Norwêc, Danîmarka û Almanyayê.
Maşelah mişteriyên min gelek in. Ev kûçik wekî pêlîstokan in. Ji bo stresê gelekî baş in.
Mirov gelekî ji van kûçikan hez dikin. Ev kûçik ji mirovan re dost û heval in."
Mesrefa kûçikekî salê 15 hezar lîre ye
Çewlika Engîn di nav daristanên Licê de ye û ew bi piranî bi birayê xwe Berat re dixebitin.
Sal 12 meh dema wan li çewlikê derbas dibe.
Berat Zengîn jî li ser xwedîkirina kûçikan got, "Ev kûçik rojê du danan xwarinê dixwin.
Em serê sibehê saet 08:00an û êvarê jî saet 17:00an xwarinê didin wan.
Xwarina wan a taybet heye û ji bo wan baş e. Hem pûrta wan naweşe hem jî tenduristtir dibin û zû bi zû nexweş nakevin."
Berat Zengîn diyar kir ku mesrefê kûçikekî di salê de 15 hezar lîre ye û li pey çû:
"Xwarina wan, vaksînkirina (derzîkirina) wan û karkeriya wan mesref in.
Wekî pitikan in, heta mezin dibin mesrefa wan gelek e.
Ev kûçik salê carekê dizên. Di carekê de 2-3 cêwrikan tînin dinyayê.
Dema mirov li wan dinêre mirov ji wan hez dike. Hûn çi qasî ji wan hez bikin ew jî ew qasî ji we hez dikin."
Kiriyar ji kûçikên xwe razî ne
Meraqdarên van kûçikan gelek in. Bihayê wan ji 700 dolaran dest pê dike û li gorî reng û temen heta 2 hezar dolaran jî derdikeve.
Merve Şeyma Kurta ku kûçikek kiriye wiha hestên xwe anîn zimên:
"Min keça xwe Pera ji vir kirî. Demeke dirêj e min dixwest ez kûçikekî xwedî bikim.
Ji xwe ez ji kûçikan gelekî hez dikim. Hebûna çewlikeke wiha li Amedê ji bo min nîmetek e.
Çimkî ez ji Pomeranianan gelekî hez dikim lê min ev kûçik peyda nedikirin.
Tenê li Stenbolê hebûn. Ji bo vê yekê ez spasiya kekê Engîn dikim."
Mihemed Can Suleymanoglu jî da zanîn ku ew ji kûçikan gelekî hez dikin û got:
"Ev kûçik gelekî şîrîn in. Me ji xwe re kûçikek kiriye, navê wê jî Pera ye. Ez dê li malê xwedî bikim."
Ji 2018an heta niha di nav 8 salan de Engîn Zengîn zêdetirî hezar kûçik li vê çewlikê firotine.
Li gorî gotina wî, niha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 7 çewlikên kûçikên Pomeranian hene û hejmara wan sal bi sal zêde dibe.

.jpg&w=3840&q=75)
