Hewlêr (Rûdaw) - Diyar Adîn li ber tenûrê li gel dayîka xwe zar bi Donald Trump kir û vê vîdeoya wî di demeke kurt de li ser torên civakî deng veda.
Diyar Adînê 27 salî komedyenekî ji Êliha Bakurê Kurdistanê ye. Wî li ser zarpêkirina xwe ya Serokê Amerîkayê û serpêhatiya xwe ya di komediya Kurdî de ji Rûdawê re qise kir.
"Tiştekî spontane bû"
Diyar Adîn diyar kir ku her tişt ji nişka ve çêbûye û got:
"Dayîka min li ber tenûrê bû, min jî alîkariya wê dikir û min hevîr dibir û dianî. Min rahişt kamerayê û min got ez zar pê (Trump) bikim. Dayîka min jî Trump ji berê ve nas dike.
Tiştekî erênî bû, xelk pê keniya û vîdeoya min bû global. Min li amaran nêrî, li Amerîka, Brîtanya û Almanyayê jî lê hatiye nêrîn."
"Çima Trump?"
Diyar li ser hilbijartina karakterê Trump anî zimên ku ew 7-8 sal in vê teqlîdê dike û li pey çû:
"Çima Trump? Ji ber ku ew kesekî karakterîstîk e. Şiklê rûyê wî û awayê axaftina wî cuda ye."
Rêya ber bi komediya Kurdî ve
Diyar derçûyê Beşa Ziman û Edebiyata Fransî ye. Berî du salan di bin sîwana Koma Stand-upê ya "Tirş û Tehl"ê de dest bi karê komediyê kir.
Ew niha li bajarên cuda derdikeve pêşberî temaşevanan û henekên xwe pêşkêşî wan dike.
Diyar Adîn derbarê destpêkirina komediyê de wiha peyivî:
"Tirş û Tehl sala 2022yan hebû û min sala 2023yan zanîngeh qedand. Ez carinan diçûm temaşekirina wan lê ez qet neçûbûm ser dikê.
Piştî zanîngehê ez vegeriyam Êlihê. Birayê min got divê tu komediyê biceribînî. Ez jî li ser pêşniyara wî derketim ser dikê, xweş çêbû û bi dilê min bû."
Çekeke li dijî asîmîlasyonê
Diyar niha di heman demê de li Zanîngeha Mêrdînê li ser Ziman û Edebiyata Kurdî masterê dike. Ew stand-upa Kurdî wekî rêyeke guncav a li dijî asîmîlasyona li ser nifşê nû yê Kurd dibîne.
Diyar Adîn destnîşan kir ku henekên bi Kurdî bandoreke mezintir dikin:
"Tiştekî ku Tirk, Ereb û Fransiyan kiribe, gava tu bi Kurdî bikî bala mirovan dikişîne. Tu bi zimanê xwe bêhtir dikenî. Ev yek ji bo bipêşketina ziman jî gelekî girîng e."
Armanc: Pîşeyekî sereke
Diyar niha her çend kêm be jî ji komediyê dahatekê bi dest dixe. Armanca wî ew e ku piştî temamkirina masterê, xwe di vî warî de xurttir bike û vê pîşeyê ji bo xwe bike deriyekî sereke yê dahatê.


