Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê Kurd Rojhilat Azad klîpa strana xwe ya nû ya bi navê "Felek"ê belav kir.
Strana nû ya hunermendê ji Serhedê Rojhilat Azad li ser platformên muzîkê hat belavkirin.
Gotin û muzîka stranê wî bi xwe çêkirîne.
Her wiha gotin û muzîka gelek stranên navdar ên hunermendên din jî yên wî ne.
Karê aranje û vîdeoyê ji aliyê Sezer Çîftçî ve hatine kirin.
Rojhilat Azad di vê stranê de gilî û gazinên xwe yên ji vê serdemê tîne zimên.
Ew perîşaniya mirovan û bandora xerab a demê digihîne felekê.
Rojhilat Azad bi piranî bi stranên xwe yên dengbêjî û folklorî yên herêma Serhedê tê naskirin.
Ew hinek caran bi stranên şoreşgerî û hinek caran jî bi stranên li ser karesat û komkujiyan derdikeve pêşiya hezkirên xwe.
Bi kurtasî, ew di stranên xwe de qala êşa Kurdan dike.

.jpg&w=3840&q=75)
