Hewlêr (Rûdaw) - Rûpelên salnameyê 26.06.2026an nîşan didin û li Hewlêrê bû pêleke zewacê heye.
Bi sedan kesan ji ber ahenga hejmaran ev roja taybet hilbijart da ku daweta xwe bikin.
Ji ber daxwaza zêde, li salonên dawetê û salonên bedewiyê yên bajêr cih nemaye.
"Ji bo ku zava ji bîr neke me ev roj hilbijart"
Yek ji sedemên sereke yên hilbijartina vê rojê "mîna sîgorteyekê" tê dîtin da ku roja zewacê neyê jibîrkirin.
Bûkekê sedema hilbijartina vê dîrokê bi henekî wiha rave kir:
"Ev dîrok bi taybetî ji bo mêran derfeteke gelekî baş e. Ew dîrokên tevlîhev yekser ji bîr dikin lê luksa wan a ji bîrkirina van reqeman nîne.
Em jin beriya bi mehan amadehiyê dikin lê ji bo wan ev dîrok mîna sîgorteyê ye."
Li salonên bedewiyê liv û tevgereke zêde heye
Hejmarên li ser salnameyê bandoreke mezin li sektora bedewiyê jî kir.
Salonên kuafor û bedewiyê yên li Hewlêrê, ji bo bersivdayîna daxwaza zêde serê sibehê zû deriyên xwe vekirin.
Li hinek salonên navdar ên bajêr hat ragihandina ku di rojekê de nêzîkî 50 bûkan amade dikin.
Xwediya salonekê ya bi navê Şine Nîzar li ser vê mijarê got, "Em îro qerebalixiyeke neasayî dijîn. Em ji saet 06:00an ve li ser pêyan in. Bûkên me dixwazin di vê roja taybet de bêkêmasî xuya bikin, em jî bi hemû tîma xwe dixebitin ku wan amade bikin."
Xemlandina bûkê digihe 500 dolarî
Liv û tevgera vê roja taybet bandor li bazarê jî kir.
Li gorî agahiyên ku ji nûnerên sektorê hatine wergirtin, lêçûna amadekirina bûkekê li gorî nav û dengê salonê di navbera 200 û 500 dolarî de diguhere.
Lê hinek salonan ji bo vê roja watedar diyarî amade kirin û bihayê xwe kêm kirin.
Li kolanên Hewlêrê îro ji ber ahenga dîrokê dengê karwanên dawetan û şahî heye.


.jpg&w=3840&q=75)