Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê navdar Serhedo piştî ku demekê desteserkirî ma hat berdan.
Hunermendê navdar ê Kurd Serhedo li Balafirgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê îro ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê ve hatibû desteserkirin.
Hunermendê Kurd Serhedo ji bajarê Hannoverê yê Almanyayê hatibû Amedê lê dema ku ew gihîşt balafirgehê ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.
Serhedo dê beşdarî mîtînga "Mîtînga Azadiyê" bibe ku dê 28ê Hezîranê li Amedê were lidarxistin.

.webp&w=3840&q=75)

