Hewlêr (Rûdaw) - Ne tenê jiyana me ya rojane, jiyana me ya seksê jî dîjîtaltir dibe. Seks û robot di rêza pêşî de ne û em hîn di destpêkê de ne.
Teknolojî ji bo wê yekê hatiye afirandin ku jiyana me mirovan hêsantir bike.
Ev yek êdî ji bo hemû qadan derbasdar e, çimkî teknolojî li ber jiyana me ya seksê jî ranaweste.
Ji niha ve dîjîtalîzasyon di mijara seksa mirovan de roleke mezin dilîze.
Dr. John Danaher ji TECHBOOKê re got, “Wekî mînak gelek mirov li ser înternetê li pornografiyê temaşe dikin.
Hejmareke zêde jî hevparên xwe yên seksê li ser înternetê peyda dikin û bi rêya webcaman bi awayekî înteraktîf dan û standina seksê dikin.”
Dr. John Danaher Mamosteyê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Neteweyî ya Îrlandayê ya li Galwayê nivîskarê pirtûka "Seksa bi Robotan re: Bandorên Civakî û Exlaqî" ye.
Seksa bi makîneyan re her diçe zêde dibe. Robotên seksê bûkikên seksê yên anîmasyon ne ku bi awayekî şaşker dişibin mirovan.
Dibe ku ev robotên teknolojiya bilind rojekê di nav nivînan de cihê mirovan bigirin.
Ji niha ve hinek nîşan hene ku dê robotên seksê zêdetir bibin.
Ji her pênc Almanan yek amade ye bi robotekê re razê
Li gorî lêkolîna paşerojê ya bi navê "Homo Digitalis" a BR, Arte, ORF û Enstîtuya Fraunhoferê, ji her pênc Almanan yek amade ye carekê bi roboteke seksê re razê.
Her wiha eger hevparê wan biryar bide ku bi roboteke re seksê bike, ji nîvî zêdetirê wan an aciz nabin an jî dibe ku hinekî aciz bibin.
Lê belê ev yek ji bo hestên mezin têrê nake. Tenê ji sedî 6ê mirovan dikarin xeyal bikin ku evîndarî robotekê bibin.
Kathrin Pollmanna ji IAOyê diyar kir, “Ev yek nîşan dide ku robotên seksê di serî de wekî pêlîstokekê tên dîtin, ne wekî cihgireke mirovan.”
Wekî ku Profesorê Exlaqê yê Zanîngeha St. Gallenê Thomas Beschorner ji SRFyê re gotiye, li Ewropayê di navbera ji sedî 10 û 40î yê mêran dikarin xeyal bikin ku bi robotekî re seksê bikin.
Li gorî Beschorner, seksa bi robotan re ji fetîşekê wêdetir e.
Kesên ‘Dîjîseksuel’ û guherîna nerîtên mirovan
Di vê navberê de, hinek mirov xwe wekî dîjîseksuel (digisexual) pênase dikin.
Ev tê wê wateyê ku ew ji mirovan zêdetir bi formên teknolojîk ên seksê re eleqedar dibin.
Seksa bi robotan re jî di nav vê de ye lê her wiha formên din ên dîjîtal ên seksê jî li xwe digire.
Pispor pêşbînî dikin ku dê mirovên xwedî vê daxwazê her ku diçe zêdetir bibin û heta di nav çend salan de ew dê bibin piraniya nifûsê.
Li gorî hinek lêkolînan, piraniya mirovan heta sala 2030yî dê seksa bi rastiya vîrtuel (Virtual Reality) bikin.
Ev nayê wê wateyê ku êdî dê seksa normal nemîne lê ew dê bibe faktoreke zêdekar, mîna ku niha pornografiya li ser înternetê ye.
"Hinek mirov nikarin cudahiyê bixin navbera xeyal û rastiyê"
Derûnnasê seksê Christoph Ahlers di hevpeyvînekê xwe ya bi "Welt"ê re diyar kir, îro jî hinek mirov ji ber pornografiyê nikarin cudahiyê bixin navbera xeyal û rastiyê.
Ev yek dibe sedem ku mirov di têkiliyên xwe yên bi mirovan re zehmetiyan bikişînin û pornografiyê ji seksa rasteqîn çêtir bibînin.
Dibe ku ev bandor bibe sedema zêdetir belavbûna seksa dîjîtal jî.
Dr. John Danaher got, "Rastî ev e ku di paşerojê de piraniya mirovan dê qet nebe carinan teknolojiyên dîjîtal bi kar bînin da ku daxwazên xwe yên seksuel pêk bînin."
Lê belê ew hişyariyê dide ku ev yek wekî cureyeke nû ya nasnameya seksê neyê binavkirin.
Ji ber ku ev yek dê mirovan bi awayekî nepêwîst wekî "cuda" mohr bike.
Zêdebûna pereyan zêdebûna robotan tîne
Niha robotên seksê di nav seksa mirovan de roleke girîng nalîzin.
Dr. John Danaher got, "Teknolojî hîn jî bi rengekî prîmîtîv e û li gorî bûkikeke seksê gelekî bi pêş neketiye."
Lê belê divê beriya her tiştî hêza mirov a aborî bigihêje seksa bi robotan re.
Ji ber vê sedemê pispor pêşbînî dikin ku di demeke nêzîk de robotên seksê dê derbasî nav wan malan bibin ku dahata wan zêde ye.
Wekî mînak, lêkolînerê paşerojê yê Brîtanî Dr. Ian Pearson jî wisa difikire.
Pearson di raporeke xwe de pêşbînî kiriye ku ji sala 2050yî û pê ve dê li malên normal jî roboteke seksê hebe.
Ji wê demê û pê ve, dibe ku seksa bi robotan re ji ya bi mirovan re populertir bibe.
Lêkolînerê paşerojê piştrast e ku sala 2030yî dê piraniya mirovan bi awayekî seksa vîrtuel bikin ku ew dê wê demê mîna pornografiya îro normal be.
Tê pêşbînîkirin ku heta sala 2035an piraniya mirovan bibin xwediyê pêlîstokên seksê yên ku di rastiya vîrtuel de înteraktîf in.
Lê gelo ma mirov dê rojekê li şûna mirovan seksa bi robotan re tercîh bike?
John Danaher li ser vê pirsê diyar kir, "Ev pêkan e lê ez difikirim ku ev îhtimaleke gelekî qels e.
Hêzên kûr ên biyolojîk û peresendî hene ku dibin sedem gelek mirov hevparên mirov tercîh bikin."
Avantaj û dezavantajên robotên seksê
Li gorî John Danaher hinek avantajên robotên seksê hene.
John Danaher ev avantaj wiha rêz kirin:
“Ew dikarin cihêrengiya seksê di têkiliyan de xurt bikin û bibin alîkar ku şiyanên seksê yên hevparên mirov temam bikin.
Her wiha ew dikarin ji bo wan kesên ku ji ezmûna seksê bêpar mane civakeke seksê pêşkêş bikin.”
Têkoşîna li hemberî fuhûşê
Ji bilî vê, bi rêya robotên seksê dikare li hemberî fuhûşê jî têkoşîn were kirin.
Thomas Beschorner got, “Ez bi dilniyayî dibêjim ku dê fehîşeyên robot hebin.”
Lê belê bipêşketina robotên seksê rastî nerazîbûnan jî tê.
Derûnnasa robotan Martina Marayê jî got, “Ev robotên seksê wekî objeyên bicihanîna xwestekan in.
Ew tiştê ku ji wan tê xwestin bi cih tînin. Robota seksê her dem cureyeke koleyê ye.”
Formên nû yên destdirêjiyê
John Danaher jî îhtimala bandorên neyînî yên robotên seksê dibîne.
Ew dikarin dûrketina ji hevpar zêde bikin an jî bibin sedema anonîmbûneke zêdetir.
Bi heman awayî dibe ku formên nû yên destdirêjiya seksa dîjîtal derkevin holê.
Danaher got, “Robotên seksê hinekî komplekstir in.
Bandorên neyînî yên berbiçav dikarin tecrîdkirineke bihêztir û dûrketina ji têkiliyên bi mirovan re li xwe bigirin.”
Wî her wiha destnîşan kir ku robotên seksê dikarin bibin sedema stereotîpkirina hinek komên mirovan, bi taybetî jî di nîşandana jinan de.
Gelo mirov dikare aşiqî robotan bibe?
Tê gotin ku ev yek jî ji niha ve heye: Mirov evîndarî robotan dibin.
Di konferanseke sala 2016an de ku li ser evîn û seksa bi robotan re hatibû lidarxistin, hinek pispor di wê baweriyê de bûn ku dibe zewaca di navbera mirov û robotan de ji sala 2050yî û pê ve were qanûnîkirin.
Profesorê Înformatîkê yê Zanîngeha City of Londonê û Birêvebirê Mixed Reality Labê ya li Sîngapûrê Adrian Cheok li ser mijarê got:
“Eger robotek wisa xuya bike ku ji te hez dike û tu jî wê hestê bikî ku ew ji te hez dike, wê demê di bingehê de tu dê wiha hîs bikî ku ev hema bêje evîneke mirovî ye.”
Hişê Çêkirî jî karê xwe dike. Ji niha ve çend mînak hene ku mirov evîndarî chatbotên Hişê Çêkirî bûne.
Dibe ku zewaca di navbera robot û mirovan de bibe tiştekî pêkan.
Cheok diyar kir, “Dibe ku ev yek matmayîker xuya bike, ji ber ku tenê çend sal mane.
Lê çend sal berê xelkê zewaca hevzayendan jî wekî tiştekî şermezarker didît.”
Profesor Adrian Cheok zêdetir rave kir û got, “Di salên 70yî de hinek dewletan destûr nedida ku mirovên spî û reş bi hev re bizewicin. Civak gelekî bi lez pêş dikeve û bi lez diguhere.”
Mirovê Japon Akihiko Kondo ji niha ve ev gav avêtiye.
Evîna wî ya li hemberî jineke hologramî têrê nekir, wî xwest wê bi awayekî fermî jî piştrast bike.
Ji ber vê yekê wî bi evîna xwe ya mezin a bi navê Hatsune Mikuyê re zewicî.
Di vê zewacê de ku bi amadebûna 40 mêhvanan hat kirin û ji aliyê şirketa Gateboxê ku jina hologramî çêkiriye ve bi belgeyekê hat piştrastkirin, ti kes ji malbata wî amade nebû.


.jpg&w=3840&q=75)

