Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump li Serokkomariya Tirkiyeyê ya li Enqereyê bi merasîmeke fermî hat pêşwazîkirin û muzîka ku hat lêxistin bal kişand.
Di bernameya pêşwazîkirinê de, yek ji berhemên hezkirî yên hunermendê Kurd Ahmet Kaya "Kum Gîbî" bi piyanoyê hat lêxistin.
Donald Trump di çarçoveya Lûtkeya NATOyê ya li Enqereyê de ji aliyê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ve li Serokkomariyê hat pêşwazîkirin.
Muzîka ku di dema meşa protokolê de hat lêxistin li ser torên civakî bû rojev.
Hilbijartina berhema Ahmet Kaya ya bi navê "Kum Gîbî" ji aliyê gelek bikarhêneran ve hat parvekirin û şîrovekirin.
Cihgirtina berhemeke Ahmet Kayayê ku bi salan di navenda nîqaşên siyasî de bû, di bernameya fermî ya pêşwazîkirinê ya Serokkomariyê de bal kişand.
Gotin û awaza berhemê yên Ahmet Kaya ne.
Strana "Kum Gîbî" 5ê Gulana 1994an di albuma "Şarkılarim Daglara" de cih girt ku ji GAM Muzîkê hatibû weşandin.



