Dêrsim (Rûdaw) - Hunermendê Dêrsimî Ozan Yagan piştî salên dirêj ên asîmalasyonê hewl dide bi muzîkê li zimanê dayîkê vegere.
Ozan Yagan yek ji hunermendên ciwan ên Dêrsimê ye ku bi zaravayê Kirmanckî (Zazakî-Dimilî-Kirdkî) yê Kurdî stranan dibêje.
Wî jî wekî bi hezaran zarokên Dêrsimî piştî valakirin û şewitandina gundan a di salên 90î de ji warê bav û bapîran koç kir.
Li kolanên Stenbola xopan di nav çerxên asîmîlasyonê de mezin bû.
Lê niha bi rêya muzîkê hewl dide careke din li zimanê xwe yê dayîkê vegere.
“Ez rûbirûyî asîmîlasyonê bûm”
Hunermendê Kurd Ozan Yagan bi vî rengî qala rêçika xwe ya ketina nav çerxên bişaftinê kir:
"Ez heta sala 1994an bi zimanê xwe yê dayîkê diaxivîm. Ez li malê bi dayîk û bavê xwe bi zimanê dayîkê diaxivîm.
Piştî valakirina gundan, em ji ber sedemên aborî çûn Stenbolê. Min xwendina xwe ya seretayî, navîn û amadeyî li Stenbolê temam kir.
Li wir di nava jîngeha civakî de ez rûbirûyî asîmîlasyonê bûm û bi zimanê xwe neaxivîm lê niha ez dixwazim bi muzîkê zimanê xwe zindî bihêlim.”
Ozan sala 2019an yekem albûma xwe ya bi navê "So" belav kir ku ji şeş berhemên Kirmanckî pêk tê.
Wî hemû leçûnên albûma xwe bi derfetên xwe dabîn kirin û ji nebûna piştevaniyê û nêzîkatiya saziyan a li beramberî hunermendên Kurd bi gilî û gazin e.
Ev 12 sal in xebatên hunerî dike lê hîn jî neşiyaye di festîvaleke li bajarê xwe de derkeve ser dikê.
“Li ciwanan xwedî derkevin”
Ozan Yagan bal kişand ser rola ciwanan a ji bo parastina zimên û biland:
"Eger em dixwazin ev ziman bijî, divê em girîngiyê bidin ciwanan û divê em ciwanan ber bi vî zimanî ve araste bikin.
Ez di wê baweriyê de me ku yek ji mezintirîn rêyên vê yekê jî muzîk e. Divê em vê çandê belav bikin, divê em zimanê Kirmanckî belav bikin.
Ji bo vê yekê banga min ji bo saziyan ew e: Eger li hemberî min û hevalên wekî min ên ciwan hestyariya pêwîst were nîşandan, em jî dê ji bo zindîhiştina vî zimanî her tiştî bikin."
Ozan Yagan niha bi projeyên nû amadehiya albûma xwe ya duyem dike.
Armanca wî ew e ku bi hunera xwe ji bo ciwanên din jî bibe çirayek da ku li ber pêlên asîmîlasyonê nekevin û tîp û awazên Kirmanckî careke din li kolanên Dêrsimê olan bidin.



