Hewlêr (Rûdaw) - Li Amedê li ser "Destpêka Zanista Etnomuzîkolojiyê" qursek tê lidarxistin.
Di vê kursê de muzîk li gorî çand, civak, dîrok, nasname û jiyana mirovan tê nirxandin.
Ew perwerdeya teorîk dê bi Kurdî were dayîn û dê 12 hefteyan bidome.
Welatiyên ku temenê wan 18 û di ser de ne, dikarin di navbera 9-19ê Tîrmehê de ji bo serlêdanê navê xwe tomar bikin.
Nêzîkbûneke zanistî ji bo muzîkê
Serokatiya Daîreya Karên Çand, Huner û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo kesên ku dixwazin bi nêrîneke zanistî û kûrtir nêzîkî muzîkê bibin kursa "Destpêka Zanista Etnomuzîkolojiyê" dide destpêkirin.
Etnomuzîkolojî muzîkê tenê bi rêya deng û melodiyan nanirxîne, lê belê wê di çarçoveya çand, civak, dîrok, nasname, rîtuel û jiyana mirovan de dinirxîne.
Ev kursa ku wekî destpêka vê qadê ye, dê derfetê bide beşdaran ku têgeh, teorî û nêzîkatiyên bingehîn ên vê zanistê bi awayekî pergalî nas bikin.
Ew kurs dê bi temamî teorîk be û sê mehan, yanî 12 hefteyan bidome.
Perwerde dê her hefte bi awayê rûniştinekê were kirin.
Di dersan de mijarên bingehîn ên wekî "Etnomuzîkolojî çi ye?", "Muzîk û çand", "Muzîk û nasname", "Muzîk û civak", "Muzîk û rîtuel" û "Rêbazên lêkolînê yên di etnomuzîkolojiyê de" werin nirxandin.
Ders dê bi Kurdî werin dayîn
Zimanê perwerdeya vê kursê ku dê ji aliyê mamoste Salar Mamlî ve were dayîn, dê Kurdî be.
Ew perwerde dê li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê were lidarxistin.
Ev perwerde ji bo tevlîbûna xwendekarên muzîkê, lêkolîner, muzîkjen, mamoste, muzîkhez û her kesê ku dixwaze bi nêrîneke zanistî nêzîkî muzîkê bibe vekirî ye.



