Hewlêr (Rûdaw) - Kovara çand, huner û wêjeyê Bizot di hejmara xwe ya 3yan de (Havîn 2026) balê dikişîne ser yek ji helbestvan û nivîskarên girîng ên wêjeya Kurdî Rênas Jiyan.
Bizot kovareke çand, huner û wêjeyê ye ku sê mehan carê destpêka her demsalê derdikeve û zaravayên Kurmancî û Kirmanckî tîne cem hev.
Kovar bi dosyeya vê hejmarê cîhana wêje, felsefe û berhemên qelema bihêz a Wêjeya Kurdî ya nûjen Rênas Jiyan hildigire nav rûpelên xwe.
Cîhana edebî û felsefî ya Rênas Jiyan
Bizot di hejmara xwe ya 3yan de bi dosyeyeke kûr a Rênas Jiyan xwendevanan pêşwazî dike.
Di nav vê dosyeyê de li gel hevpeyvîneke taybet a ku bi Rênas Jiyan re hatiye kirin, gotarên rexneyî û nivîsên lêkolînê yên li ser wêje û berhemên wî hene.
Armanca bingehîn a dosyeyê ew e ku rêyên edebî û cîhana ramanî ya nivîskar ji nêzîk ve bide naskirin.
Naverokeke dewlemend û rengîn
Li gel vê dosyeya sereke, kovar wekî her car bi naverokeke dewlemend û rengîn hatiye hûnandin.
Di rûpelên Bizotê de helbestên nazik, çîrokên balkêş, wergerên serkeftî û meqaleyên bikalîte yên ku hêza her du zaravayan nîşan didin li benda xwendevanan in.
Edîtorên kovarê diyar dikin ku geşkirina Wêjeya Kurdî û zindîhiştina zimên tenê bi nivîsandin û xwendinê pêkan e.
Edîtorên Bizotê vîzyona weşana xwe bi van gotinan anî ziman:
"Bizot wekî platformekê dixwaze ji bo hemû dengên nû, ramanên cihêreng û afirandinên ciwan bibe qadeke azad û germ.
Bi vê armancê dimeşe û em her hejmarê bi hêviyeke mezintir amade dikin."
Tîma edîtoran xwendevan û nivîskaran vedixwîne ku bi nivîs, rexne û pêşniyarên xwe bibin şirîkê vê rêwîtiyê û bal kişand ser vê xalê:
"Destpêk para me bû, domandin jî para me ye.
Xwendin, nirxandin, rexnekirin û piştgirî jî para we ye."
Hûn dikarin li ser malpera polakitap.comê û li gelek pirtûkfiroşên bijarte xwe bigihînin hejmara 3yan a kovara Bizotê.



