Hewlêr (Rûdaw) - Li ser banê kafeyeke li taxa Minareya Kevn a Hewlêrê, 17 hunermend û ciwanên jêhatî yên ji her çar parçeyên Kurdistanê kom bûne û berhemên xwe yên destan nîşan didin.
Ev bazara ku navê "Bazara Serban" lê hatiye kirin, hewldanek e ji bo çêkirina atmosfereke nêzîk a di navbera xelkê û hunermendan de.
Mihemed Sîrwanê xwediyê kafeyê û rêkxerê bazarê ji Rûdawê re ragihand:
"Ji bilî ku ev der kafeyek e, me her tim hewl daye ku em wê bikin cihê kombûna hunermendan."
Mihemed Sîrwan her wiha da zanîn ku ev bazar dê 2 rojan (În û Şemiyê) bidome û her yek ji van ciwanan berhemên xwe ji bo firotinê danîne.
Kawan Kerîmpûr hunermendekî ji bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê ye û pisporê xalîçe û ferşan e.
Kawan Kerîmpûrê ku 16 sal in di vî warî de dixebite û 2 sal in jî hatiye Başûrê Kurdistanê got:
"Ez wan ferşên Kurdî yên kevn diparêzim ku xera nebûne lê belê ez ferşên ku şewitîne yan jî gelekî kevn bûne dikim tabloyên ferşan.
Xelk gelekî ji vî stîlê nû yê ferşên Kurdî hez dike."
Sembola deqê di şêweyê ristikan de
Solîn Nîrvana hunermendeke ji bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ye û ji sala 2013an ve li Hewlêrê dijî.
Solîn Nîrvanayê xewna xwe ya zaroktiyê kiriye rastî û karsaziyeke karên destan ava kiriye.
Wê di karên xwe de sûd ji wan nexş û deqên Kurdî wergirtiye ku dapîrên me li ser dest û rûyên xwe çêkirine.
Ew niha wan deqan bi şêweyê ristik û guharan bi destan çêdike.
Rengên xwezayî ji gul û keviran
Şîlan Şaban jî ji navçeya Akrê ye û derçûya beşa biyolojiyê ye.
Şîlan Şabana ku bi rêya pisporiya xwe kariye rengên xwezayî berhem bîne anî ziman:
"Min her tim hizra wê yekê dikir ka reng ji kû tên.
Piştî xwendinê ji min re eşkere bû ku di piraniya rengan de madeyên kîmyayî hene.
Ji ber vê yekê ramana karsaziya min ji wir hat ku ez ji gul û keviran rengên xwezayî çêbikim."


