Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Dilovasiyê ya parêzgeha Kocaeliyê ya Tirkiyeyê, şanoya Kurdî ya bi navê “Mamoste Stand Up” hat astengkirin.
Qeymeqamtiya Dilovasiyê û Birêvebiriya Ewlehiyê ya Dilovasiyê lîstika şanoger Bahoz Ozsunar qedexe kir.
Hinceta wan ew bû ku “destûrên pêwîst nehatine wergirtin”.
Ev biryar çend demjimêran beriya destpêkirina şanoyê hat dayîn.
Polîsan destûr neda
Berpirsên Navenda Çandê ya Dilovasiyê beriya destpêkirina lîstikê daxuyaniyek da.
Wan berpirsên organîzasyonê agahdar kir ku destûrên pêwîst nehatine wergirtin û divê ew serî li Qeymeqamtiya Dilovasiyê bidin.
Berpirsê organîzasyonê bi Qeymeqamtî û Birêvebiriya Ewlehiyê ya Dilovasiyê re hevdîtin kir.
Destpêkê ji wan re hat gotin ku amadehiyên xwe bidomînin.
Lê piştre polîsan berpirsên organîzasyonê agahdar kir ku ew dê destûrê nedin lîstika şanoyê.
Rexneya li astengkirinê
Şanoger Bahoz Ozsunar ji ber vê astengkirinê Qeymeqamtiya Dilovasiyê rexne kir.
Ozsunar bal kişand ser pêvajoya çareseriya Pirsgirêka Kurdan û wiha axivî:
“Em pê hesiyan ku lîstika me ya Kurdî ya îro li Navenda Çandê ya Dilovasiyê hatiye astengkirin. Ev astengkirin ji aliyê Qeymeqamtiya Dilovasiyê, şaredarî û polîsan ve hatiye kirin.
Ev biryara qedexeyê di vê qonaxa pêvajoya civaka demokratîk a navbera dewlet û DEM Partiyê de tê meşandin, cihê nîqaşê ye."
Ozsunar her wiha da zanîn ku divê hevgirtin hebe û got:
"Di pêvajoyeke ku Kurd dixwazin bi dewletê re li hev bikin de ev qedexe me xemgîn dikin.
Em bangî hemû partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, sosyalîstan û dostên xwe dikin.
Em bangî wan kesên ku piştgiriyê didin vê pêvajoyê dikin da ku li dijî vê qedexeyê bi hev re bin."



