Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê navdar ê herêma Behdînanê Salih Hacî Hamidê ku bi navê Salih Amêdî tê naskirin li bajarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê koça dawî kir.
Berdevkê Birêvebiriya Giştî ya Çandê ya Dihokê Hesen Fetah ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku hunermend Salih Amêdî derdora saet 03:00yê destê sibehê koça dawî kiriye.
Berdevkê Birêvebiriya Çandê ya Dihokê got:
"Hunermend Salih Amêdî nexweş bû.
Îro ji ber nexweşiya xwe li mala xwe koça dawî kir."
Salih Amêdî kî ye?
Salih Amêdî li navçeya Amêdiyê ya parêzgeha Dihokê ji dayîk bûye.
Wî di destpêka salên 1970yî de dest bi stranbêjiyê kiriye.
Ew wekî yek ji hunermend û dengbêjên diyar ên herêma Behdînanê tê dîtin.


