Tetwan (Rûdaw) - Koma Kamkaran a ji bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê, beşdarî Festîvala Çand û Hunerê ya Tetwanê bû.
Bi hezaran hezkiriyên komê yên ji gelek bajaran li berava Gola Wanê kom bûn, li ber stranên Kamkaran govend gerand û coş bûn.
Koma Kamkaran a efsanewî cara ewil e ji bo konserekê diçe navçeya Tetwanê ya parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê.
Endamê Koma Kamkaran Erdeşîr Kamkar li ser dîroka komê got:
"Çend komên bavê min hebûn. Pişt re wî komek ji zarokên xwe ava kir.
Ew kom ji 7 bira û xwişkekê pêk dihat.
Wê çaxê em zarok bûn, kom ji çend kesan pêk dihat, Hoşeng, Bîjen, Pêşeng, Qeşeng û Erjeng bûn.
Piştî ku em mezin bûn, em jî tevlî komê bûn û navê komê bû Kamkar."
"Xweş e Tetwan"
Endamên komê ji bo hevdîtina dîrokî amadehiyên xwe yên dawiyê kirin û êvarê jî li berava Gola Wanê derketin ser dika Festîvala Çand û Hunerê ya Tetwanê.
Erdeşîr Kamkar diyar kir:
"Strana ku em dê îro ewil li ser dikê bibêjin, strana me ya ku li Kurdistanê navdar e Xweş e Hewraman e."
Endamê Koma Kamkaran Şarox Hîdayetî jî got:
"Mamoste Erdeşîr ji min re got bibêje Xweş e Tetwan.
Ev straneke gelekî hêja ye û xelk jê hez dike."
"Em ji govendê têr nabin"
Hezkiriyên komê yên ku ji gelek bajarên cuda ji bo guhdariya Kamkaran li qada festîvalê kom bûn, bi stranên koma navdar coş bûn.
Welatiyekî anî zimên, "Pêwîst nake em behsa Kamkaran bikin. Ew dengê me ji Rojhilat digihînin hemû cîhanê."
Welatiyekî din got, "Em bi taybetî ji bo Kamkaran ji Sêrtê hatine."
Welatiyekî din jî kêfxweşiya xwe wiha anî zimên, "Em li vir gelekî kêfxweş in. Komeke hêja ye, bi deng e, bi hêz e. Em ji wan hez dikin."
Welatiyekî din diyar kir, "Xelkê Tetwanê bi coşeke mezin govenda xwe digerîne. Em jî bi kelecan in. Spas ji bo Koma Kamkaran."
Welatiyekî din jî got, "Em ji govendê têr nabin. Gelekî kêfa me ji govendê re tê. Em dikin nakin em ji govendê têr nabin."
"Em dixwazin li Bakur zêdetir konseran bidin"
Endamê Koma Kamkaran Zanyar Pîndar got:
"Em ji Rojhilat hatin. Bi rastî xelkê Bakur bi coş û xiroş beşdarî konsera me bû."
Endamê komê Hamid Pîra jî diyar kir:
"Hêvîdar im her dilxweş bin. Xelkê Tetwanê jî lezetek jê standibe. Me şeveke xweş derbas kir."
Endamê komê Pijman Neqşbendî anî zimên:
"Me berê li Amedê konser dabû, em niha jî li Festîvala Tetwanê ne.
Em dixwazin li Bakur zêdetir konseran bidin."
Endamê komê Mahûr Zemanepûr jî got:
"Me çîroka 50 salî ya koma mezin a Kamkaran anî Festîvala Tetwanê.
Coş û xiroşeke pir zêde dan me û gelekî xweş bû."
Koma Kamkaran komeke muzîka Kurdî ya malbatî ye û sala 1965an ji aliyê Hesen Kamkar ve hatiye avakirin.
Ew ji wê rojê heta îro bê navber xizmeta muzîka Kurdî dikin û li seranserî cîhanê çand û hunera Kurdî didin naskirin.


