Hewlêr (Rûdaw) - Nîşandana yekemîn a cîhanî ya fîlma “Eger Jin Te Bikuje Tu Biheştê Nabînî” dê li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Venedîkê be.
Şîrketa Hany Filmê fragmana fîlma “Eger Jin Te Bikuje Tu Biheştê Nabînî” bi raya giştî re parve kir.
Ev fîlm berhema sînemakarê Kurd Helkewt Mistefa ya herî nû ye.
Saziya hilberîna fîlman a Norwecî Hany Filmê, fragmana fîlmê bi raya giştî re parve kir.
Fîlm dê li Festîvala 83yemîn a Fîlman a Navneteweyî ya Venedîkê bê nîşandan ku ev festîval wekî festîvala herî kevin a cîhanê tê naskirin.
Bûyera sînemayê ya herî mezin a piştî fîlma "Yol"ê
Saziya Hany Filmê li ser vê berhemê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî fîlma efsanewî ya Yilmaz Guney a bi navê "Yol"ê, ev fîlm ji bo sînemaya Kurdî li qada navneteweyî bûyera herî girîng e.
Merasîma fermî ya fîlmê dê 7ê Îlonê li ser xalîçeya sor bê lidarxistin.
Navê fîlmên ku dê îsal beşdarî festîvalê bibin, îro di konferanseke rojnamegeriyê de hatin eşkerekirin.
Di nava DAIŞê de jineke Pêşmerge
Fîlma “Eger Jin Te Bikuje Tu Biheştê Nabînî” qala çîroka jineke Pêşmerge ya nîşangir dike.
Ew jina Pêşmerge ji bo rizgarkirina xwişka xwe ya biçûk bi dizî dikeve nava bajarê Mûsilê ku di bin kontrola DAIŞê de ye.
Ev berhem li dijî wê baweriya tarî ya DAIŞê disekine ku digotin "Kê bi destê jinekê bê kuştin naçe bihuştê."
Fîlm wêrekiya wê jina Pêşmerge nîşan dide ku red dike di nava wê tariyê de serê xwe bitewîne û ev yek berxwedaneke civakî nîşan dide.
Helkewt Mistefa ji bo nivîsandina vê berhemê bi wan jinên Pêşmerge re axivîye ku berê li dijî DAIŞê şer kiriye.
Helkewt Mistefa: Fîlm qala wêrekiya jinên Kurd dike
Senarîst û derhênerê fîlmê Helkewt Mistefa li ser berhema xwe ji Rûdawê re axivî.
Wî kêfxweşiya xwe ya ji bo nîşandana fîlmê anî zimên û got:
“Ez gelekî kêfxweş im ku nîşandana yekemîn a cîhanî ya fîlma min a nû dê li Venedîkê be.
Ev fîlm wêrekî û berxwedana jinên Kurd nîşanî cîhanê dide. Ez spasiya hemû kesên ku di çêkirina vî fîlmî de bûn alîkar dikim.”
9 sal xebat û bi hezaran pispor
Ev proje bi hevkariya Norwec, Swêd, Îmarat û Herêma Kurdistanê hatiye çêkirin.
Zêdetir ji hezar sînemakar û pisporan tevlî vê projeyê bûn û xebatên fîlmê bi giştî 9 salan ajot.
Derhêner Helkewt Mistefa zehmetiya kişandina fîlmê şiband "kirina neştergeriya mejî di jûreke tarî de" û hesasiyeta projeyê anî zimên.
Mistefa berê jî bi belgefîlma xwe ya bi navê "Saddam Huseyîn Veşartin" û fîlma "El Clasico"yê gelek xelatên navneteweyî wergirtibûn. Ew niha armanc dike ku bi vê fîlma nû serkeftineke mezintir bi dest bixe.


