Hewlêr (Rûdaw) - Cristiano Ronaldo û Georgina Rodriguez bi awayekî fermî bûn hevjîn.
Cristiano Ronaldo û Georgina Rodriguezê bi hev re wêneyek li ser Instagramê belav kir.
Di wêneyê de her duyan gustîlkên zewacê xistine tiliyên xwe û bi vî awayî Ronaldo zewaca xwe ya li gel Georgina Rodriguezê ragihand ku çendîn sal in wekî xoşewîst bi hev re dijîn.
Wêneyê Cristiano Ronaldo li seranserî cîhanê dengekî mezin veda û di demeke kurt de li ser Instagramê ji 22 milyonî zêdetir ecibandin ji bo wêneyê hatin.
Peymana darayî ya giranbiha
Beriya niha Cristiano û Georginayê li ser mijarên darayî peymanek îmze kiribû.
Li gorî wê peymanê, Cristiano dê heta mirinê her meh mehaneyekê bide Georginayê.
Cristiano dê her meh 121 hezar dolarî bide Georginayê û her wiha ji bo xerciyên malê jî 110 hezar dolarî bide wê.
Cristiano Ronaldo her meh 500 hezar dolarî dabîn dike da ku Georgina karibe serperiştiya birêvebirina zarokan û jiyana wan a rojane bike.
Her wiha li gorî peymana wan, dema ku ji hev cuda bibin, Georgina dê bibe xwediyê koşka Cristiano Ronaldo ya li Madrîdê ku koşk digihêje 5,6 milyon dolarî.
Ji karkeriyê ber bi jiyana şahane ve
Cristiano sala 2016an cara ewil Georgina li firoşgeheke taybet a Gucciyê dîtibû.
Wê demê Georgina li wê derê karkera firotinê bû lê pişt re bû kesa herî nêzîk a jiyana Ronaldo û niha jî hevjîna wî ye.
Beriya Georginayê 2 zarokên Cristiano hebûn ku 2 zarokên wî yên keç jî ji Georginayê çêbûn û niha ew bavê 5 zarokan e.



