Hewlêr (Rûdaw) - Li Japonyayê trenda deqa por a ku di nav kesên porê wan diweşe de belav bûye, cîhana bijîşkiyê kir du par.
Pispor li ser mijara paqijiyê hişyariya "penceşêr û enfeksiyonê" didin lê hunermend dibêjin ev kar bêêş û ewle ye.
Li Japonyayê ku teknolojî û çanda klasîk bi hev re dimeşin, vê carê di cîhana estetîkê de guherîneke radîkal çêdibe.
Japonên ku ji ber nexweşiyên wekî gurîbûn û porqiranê (alopecia) porên xwe dewişin, li şûna operasyonên biha û zehmet ên çandina por, berê xwe didin rêbaza deqa por.
"Di rojekê de porê min weşiya"
Rahênerê avjeniyê Koki Hantanaka tenê yek ji wan kesan e ku ev rêbaz tercîh kiriye.
Hantanaka li ser pêvajoya nexweşiya xwe got:
"Her tişt bi xwirînekê dest pê kir û ji nişka ve hemû porê min weşiya.
Min nexwest ez li neynikê binêrim. Deqan xetên rûyê min dîsa diyar kirin û baweriya min vegerand."
Karê bijîşkiyê ye yan huner e?
Li Japonyayê bi biryara dadgehê ya sala 2020an, deq ji kategoriya "midaxeleya bijîşkiyê" hat derxistin û wekî çalakiyeke hunerî hat qebûlkirin.
Vê valahiya yasayî hejmara studyoyên deqan zêde kir lê li gel xwe hinek rîskên tenduristiyê jî anîn.
Pisporên tenduristiyê hişyariyê didin xelkê ku deqên bi kel û pelên nepaqij tên kirin, dikarin bibin sedema penceşêra çerm, AIDS û Hepatîtê û her wiha bibin sedema enfeksiyonên giran ên çerm.
Hunermendê navdar ê deqê Remy Braumanî bersiva rexneyan da û îdia kir ku ev kar bi temamî ewle ye û got:
"Di karê me de midaxeleya cerahî, birîn an jî pêdiviya bi tevizandinê nîne.
Mişteriyên me ew qasî rihet in ku carinan li ser kursiyê xewa wan tê.
Tişta girîng agahiya teknîkî û pêbendbûna bi standartên paqijiyê ye, em perwerdeya vê yekê jî didin."
Hikûmeta Japonyayê plan dike ku kontrolên li ser salonên bedewiyê û studyoyên deqan tundtir bike.
Ev bazara her ku diçe mezintir dibe, ji çanda klasîk a deqê ya Japonan derdikeve û dibe çareseriyeke modern a estetîkê.


