Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê navdar ê ji Kobaniyê Sedûn qeza kir.
Wêneyê otomobîla hunermend Sedûn li ser medyaya civakî gelekî belav bû û gelek ji ber rewşa wî dilgiran bûn.
Lê belê wî ragihand ku rewşa wî ya tenduristiyê baş e.
Piştî ku wêneya otomobîla wî belav bû, ji vê sibehê ve hezkiriyên wî dixwestin bizanibin ka rewşa tenduristiya wî çawa ye.
Sedûn bi rêya nameyeke kurt peyama silametiyê şand û nivîsî, "Spas ji bo Xwedê ez baş im."
Hunermend Sedûn li Kobaniyê gelekî tê naskirin û li piraniya şahî û dawetên wî bajarî bi dengê xwe yê xweş stranan distrê.
Gelek berhemên wî yên li ser evînê û li ser Kobaniyê hene.


