Qazaxistan (Rûdaw) - Li dîyasporayê, erka sereke ya parastin û nasandina çand û kevneşopiyên neteweyî bi piranî dikeve ser milê komên hunerî yên gelêrî.
Koma Mêrdînê ya li Qazaxistanê jî yek ji wan koman e ku çanda Kurdî zindî radigire.
Koma Mêrdînê yek ji komên navdar ên Qazaxistanê ye. Çalakiyên çandî, konser û dawetên Kurdan bi piranî bi beşdariya vê komê tên lidarxistin.
Beriya 10 salan hatiye damezirandin
Koma Mêrdînê beriya 10 salan hatiye damezirandin. Nav û dengê vê komê li hemû herêmên Kurdnişîn ên Asyaya Navîn û Rûsyayê belav bûye.
Endamên Koma Mêrdînê hemû ji malbatên hunermendan in û zarokên sirgûniyên salên 1937 û 1944an in.
Ji ber ku Qazaxistan welatekî pirnetewe ye, pêkhate û repertuwara komê jî enternasyonel e.
"Muzîk di xwîna me de ye"
Orgjenê Koma Mêrdînê Kamran Lezgiyev yek ji wan hunermendan e ku ji bo çanda xwe kar dike.
Kamran Lezgiyevê ku berê endamê Koma Kurdistanê bûye li ser xebatên xwe got:
"Paşê me Koma Mêrdînê ava kir û ez di vê komê de li orgê dixim. Em hunermendên gelêrî yên muzîka Kurdî ne.
Di malbata min de hemû muzîkjen in û ez nifşê sêyemîn im. Bapîrê min û bavê min jî muzîkjen bûn. Ev yek di xwîna me de ye."
Lezgiyev da zanîn ku ji xeynî bavê wî ti kesî ji wan perwerdeya muzîkê nedîtiye.
"Ez ji sedî sed bi Kurdî distirêm"
Her çi qas Kamran Lezgiyev di axaftina Kurdî de hinekî qels be jî ev yek li pêşiya wî nabe asteng.
Ew bi serbilindî xizmeta çand û kevneşopiyên xwe dike.
Lezgiyev anî zimên, "Ez her stranê ji sedî sed bi zimanê Kurdî distirêm lê di axaftinê de ez hinekî qels im."
Bêguman dawet yek ji kevneşopiyên herî resen ên çanda Kurdan in.
Di parastin û zindîhiştina van kevneşopiyan de rola hunermendên dawetan gelekî mezin e.
Pêwendiya bi Pêşmergeyên Barzanî re
Girêdana endamên Koma Mêrdînê ya bi Kurdistanê re digihîje salên 1950yî.
Ev girêdan bi saya Pêşmergeyên Mele Mistefa Barzanî çêbûye.
Kamran Lezgiyev li ser vê pêwendiya dîrokî ev agahî dan:
"Pêwendiya me rasterast bi Kurdistanê re heye. Meta min a helal li Kurdistanê dijî.
Mirovên min li wir gelek in û hemû kurmetên min Pêşmerge ne.
Dema ku Pêşmergeyên Mistefa Barzanî li Ozbekistanê bûn, meta min bi Pêşmergeyekî re zewiciye û bi wî re çûye Kurdistanê."
Xeyala herî mezin a endamên Koma Mêrdînê ew e ku rojekê li bajarên Kurdistanê jî di dawet û şahiyan de hunera xwe pêşkêş bikin.



