Moskow (Rûdaw) - Koma Şanoyê ya Hawarê ya Kerkûkê, bi şanoya 'Selma'yê çîroka komkujiya Enfalê gihand Rûsyayê.
Koma Hawarê di nav 11 welatên beşdar de, di Festîvala Navneteweyî ya Ostrovsky-Festê de nûnertiya Îraq û Herêma Kurdistanê kir.
Lîstikvana Kurd Hawar Farisê bi rêya hunerê bala pisporên şanoyê kişand ser êşa Kurdan.
Karesata Enfalê ji temaşevanên Rûs re hat vegotin
Şanoya Selmayê li Şanogeha Ostrovskiyê ya bajarê Kîneşmayê yê Rûsyayê hat lîstin.
Hawar Faris lîstikvana sereke ya şanoyê ye û ew bi tenê derdikeve ser dikê.
Aktrîsa Kurd bi zimanê dayîkê, bi hostatiyeke bêhempa û bi hest û tevgerên bedena xwe karesata Enfalê vedibêje.
Wê ev karesat bi rêya şanoyê ji temaşevanên Rûs û pisporên qadê re nîşan da.
Lîstikvan Hawar Farisê li ser peyama xwe û zehmetiya lîstikê got:
"Min bi zanebûn xwest ez lîstika xwe bi zimanê Kurdî li vir pêşkêş bikim.
Çimkî li vê derê temaşevanên ku dîrokeke wan a dûr û dirêj di warê şanoyê de heye hene. Lê belê ew bi ti awayî ji zimanê Kurdî fêm nakin.
Peyama min ew bû ku ez karibim wan tawanên ku li dijî gelê Kurd hatine kirin, wekî Enfal, komkujî û koçberiyê, bi rêya hunera şanoyê nîşan bidim.
Min xwest ez wekî yek lîstikvanekê rola çendîn karakteran bilîzim û peyamekê bidim.
Armanca min ew bû ku ez wê qurbaniya mezin a gelê Kurd, bi hezaran qurbaniyên Enfal û Helebceyê û tawanên din bi rêya hunerê nîşan bidim."
Yek ji performansên herî baş
Koma Hawarê bi şanoya ‘Selma’yê beşdarî Festîvala 8emîn aNavneteweyî ya Şanoyê ya Ostrovsky-Festê bû.
Ostrovsky-Fest festîvaleke navneteweyî ya şanoyên odeyê ye.
Îsal komên ji 11 welatan tevlî festîvalê bûn.
Di nav van welatan de Îraq, Ermenistan, Fransa, Uman, Çîn û komên ji herêmên cuda yên Rûsyayê jî hebûn.
Lîstika Koma Hawarê di festîvalê de wekî yek ji performansên herî baş hat diyarkirin.
Sînograf û Derhênerê Komê Nejad Necim amaje bi serkeftina lîstikê da û got:
"Rûsya yek ji wan welatên zilhêz e ku gelekî pêwîst û girîng e komkujiyên li Kurdan bi hest, bi cil û berg, bi ronahî, bi muzîk û bi sînografyayeke Kurdane bibîne.
Piraniya temaşevanan giriyan. Wan beşek ji çîrokê fêm kir.
Di encamê de, lîstika me ji aliyê lîstikvanî, sînografya, derhênan, deng, reng û cil û bergan ve wekî baştirîn lîstik hat hilbijartin.
Ev ji bo me destkefteke mezin e. Bi rastî jî şano gelekî serkeftî bû."
"Mora Kurdî li ser diyar bû"
Hêmaneke din a balkêş a lîstikê jî muzîka wê bû ku hestên temaşevanan tevizandin.
Bestekarê şanoyê Aras Salih diyar kir ku muzîk bi temamî resen bûye û got:
"Muzîka lîstikê bi temamî muzîka Kurdî bû. Ji xwe mora Kurdî li ser diyar bû.
Temaşevanan bi çepik û bi girî bersiv da û bûyer bi awayekî berbiçav hatin nîşandan."
Divê were gotin ku Koma Hawarê sala 2014an li Kerkûkê hatiye avakirin.
Ew komeke navneteweyî ye û bi dehan lîstikvanên wê ji Kurdistan, Fransa, Misir, Tûnis, Îraq û Îranê hene.


