Dusseldorf (Rûdaw) - Hunermend Azad Helis li bajarê Bochumê yê Almanyayê navendeke taybet a bi navê "Azad Music" ava kiriye.
Ev navend ji bo fêrkirin, çêkirin û jenîna amûrên muzîka Kurdî, bi taybetî jî tembûrê hatiye vekirin.
Navend ji bo Kurdên li wî bajarî û derdora wê bûye stargehek.
Azad Helis li ser destpêka hezkirina xwe ya huner û muzîkê got:
“Dema ez 8 salî bûm ez dildarê folklorê bûm.
Min di zarokatiya xwe de li Rojavayê Kurdistanê di nav komeke folklorê ya bi navê Koma Qamişloyê de dest pê kir.
Paşê bi rêya şano, govend û muzîkê ez zêdetir ketim nav cîhana hunerê.”
Helis eşkere kir ku wî sala 2013an Rojavayê Kurdistanê terikandiye û berê xwe daye Başûrê Kurdistanê.
Azad Helis li wir hest bi pêdiviya xwendina akademîk kiriye û got:
“Min li Başûrê Kurdistanê fêm kir ku divê ez xebatên xwe bidomînim.
Min berê xwe da Tirkiyeyê û min li zanîngehê beşa muzîkê qedand.
Vê yekê ji bo fêmkirina amûran alîkariya min kir.”
Armanca navenda 'Azad Music'
Azad Helis li ser armanca navenda xwe ya li Almanyayê diyar kir ku piştî qedandina xwendinê û standina bawernameyê, wî biryar daye ku navendeke taybet a bi navê "Azad Music" veke.
Helis li ser armancên xwe got:
“Armanca me ne tenê dayîna waneyan e.
Em dixwazin ev der bibe cihê kombûna dildarên çand û hunerê Kurdî.
Em dixwazin Kurdên li xerîbiyê awaz û muzîka welatê xwe ji bîr nekin.”
Ji Amerîka heta bi Çînê daxwaza tembûrê
Hunermend li ser daxwaz û karvedanên xelkê got:
“Bi rêya torên civakî daxwazên zêde ji me re tên.
Ne tenê ji Almanya û Ewropayê, ji Amerîka, Awistralya û heta ji Çînê jî daxwaza amûra tembûrê û fêrbûna muzîka Kurdî dikin.
Ev yek berpirsyariyeke mezin dixe ser milê me.”
Amadekirina pirtûkên akademîk
Azad Helis bal kişand ser xewnên xwe û anî ziman:
“Xewna min a sereke ew e ku ez ji bo amûra tembûrê bi zimanê Kurdî pirtûk û amûrên fêrkirinê yên akademîk amade bikim.
Bi vî awayî dê nifşê nû bi rêyeke zanistî fêrî muzîka xwe ya resen bibe û ev xizmeta ji bo neteweya min berdewam bike.”


