Amed (Rûdaw) - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo parastina mîrata çandî ya dengbêjiyê, statuya hunermendiyê da 24 dengbêjên xwebexş ên Mala Dengbêjan a bajêr û bi wan re peymanên fermî îmze kir.
Vê gava şaredariyê dengbêj gelekî kêfxweş kirin.
Dengbêj diyar dikin ku xwedîderketina li vê çandê dê ji bo ciwanan bibe nimûne û ev gav ji bo paşeroja dengbêjiyê gelekî girîng e.
Li gorî dengbêjan, dema sazî û dezgeh bi vî awayî xwedî li dengbêjan derkevin, ciwanên dengxweş jî dê berê xwe bidin dengbêjiyê û ev çand dê her tim zindî bimîne.
Armanc gihandina çandê ya bo nifşên nû ye
Ev gava şaredariyê wekî bingeha parastin, bipêşxistin û veguhastina çanda dengbêjiyê ya ji bo nifşên nû hat nirxandin.
Lewra armanca sereke ew e ku deng û awazên hezar salan ên dengbêjan qet qut nebin.
Kordînatorê Mala Dengbêjan Ahmet Yilmaz li ser mijarê got:
“Niha 24 dengbêjên me hene. Di paşerojê de dibe ku bibin 30 kes jî dibe ku bibin 50 kes jî lê ji îro şûn ve em dê giranî bidin dengbêjên ciwan.”
Bi vê peymanê re, mercên xebatê yên dengbêjan hatin misogerkirin.
Bi vî awayî êdî 24 dengbêj dê hefteyê 6 rojan her roj wekî 4 dengbêj ji saet 10:00ê sibehê heta 17:00ê êvarê li Mala Dengbêjan xizmeta dengbêjiyê bikin.
"Çavkaniya çanda me dengbêjî ye"
Dengbêj Mihemedê Şêxmîrî li ser peymanê kêfxweşiya xwe anî zimên û got:
“Peymana di navbera me û şaredariyê de hatiye çêkirin gelekî baş e lê pêwîstiya me bi dengbêjên ciwan heye.
Divê em ciwanên xwe bînin û li wan xwedî derkevin da ku ev çand her ku biçe zêde bibe û bi pêş bikeve.”
Dengbêj Mistefayê Botî jî bal kişand ser koka vê hunerê û destnîşan kir:
“Çawa ku hemû cîhan dizane, çand û hunera Kurd û Kurdistanê li ser milê dengbêjan e, çavkanî dengbêj in.
Bila milet êdî bizanibe ku ev yek bi fermî hatiye qebûlkirin jî.”
Dengbêj Îbrahîmê Pîrikî jî bal kişand ser rola dîrokî ya dengbêjan û wiha axivî:
“Miletê me hemûyan çavên xwe bi dengbêjiyê vekiriye.
Di dîrokê de dagirkeran her tiştê me qedexe kiriye lê miletê me bi vê dengbêjiyê dîroka xwe heta îro parastiye û aniye vê qonaxê.”
Mala Dengbêjan a Amedê
Mala Dengbêjan a Amedê sala 2007an ji aliyê Hevşaredarê wê demê Osman Baydemîr ve hatibû vekirin.
Ev navenda dîrokî ji wê demê ve heta îro rojane deriyên xwe ji bi sedan geştiyar û dengbêjhezan re vekirî dihêle.



