کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Huner

Yilmaz Guney 42 sal berê xatir ji me xwest

RÛDAW

RÛDAW

09-09-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW09-09-2026

Nûçeyên Têkildar

Mustafa Altioklar: Dema ku Kurd tevahiya fîlmekî çêdikin, çima jê re bê gotin fîlmê Tirkan?
Huner18-11-2026

Mustafa Altioklar: Dema ku Kurd tevahiya fîlmekî çêdikin, çima jê re bê gotin fîlmê Tirkan?

Mahsun Kirmizigul piştî 26 salan axivî: Xwezî min bi Ahmet Kaya re hevdîtin bikira
Huner16-11-2026

Mahsun Kirmizigul piştî 26 salan axivî: Xwezî min bi Ahmet Kaya re hevdîtin bikira

‘Keçka Nisêbînê’ sêwî ma: Hozan Kilamedîn koça dawî kir
Huner16-11-2026

‘Keçka Nisêbînê’ sêwî ma: Hozan Kilamedîn koça dawî kir

Hewlêr (Rûdaw) - Di ser koça dawî ya sînemagerê Kurd Yilmaz Guney re 42 sal derbas bûn.

Lîstikvan, derhêner, senarîst, çêker û nivîskarê Kurd Yilmaz Guney berî 42 salan 9ê Îlona 1984an li Parîsa paytexta Fransayê koça dawî kir.

Yilmaz Guney bi nasnavê "Şahê Kirêt" jî dihat naskirin.

Guney sala 1982yan di Festîvala Fîlman a Cannesê de bi fîlmê xwe yê bi navê "Rê" xelata Palmiyeya Zêrîn wergirtibû.

Yilmaz Guney hem wekî senarîst û derhêner û hem jî wekî lîstikvan serkeftî bû.

Yilmaz Guney bi fîlmên xwe yên wekî "Yol-Rê", "Suru-Kerî" û "Umutsuzlar-Bêhêvî" tê zanîn.

Guney her wiha di 114 fîlman de lîstiye, derhêneriya 26 fîlman kiriye, 15 fîlm çêkirine û senaryoya 64 fîlman nivîsandiye.

Yilmaz Guney ango bi navê xwe yê rast Yilmaz Putun 1ê Nîsana 1937an li gundê Yenîceyê yê Edeneyê ji dayîk bû.

Ew bi eslê xwe ji malbateke Kurd a gundê Desmanê yê navçeya Siweregê ya Rihayê ye.

Wî ji ber xizaniyê dev ji xwendinê berda û wekî karker di sînemeyan de xebitî.

Yilmaz Guney 9ê Îlona 1984an, di 47 saliya xwe de li Parîsa paytexta Fransayê koça dawî kir.

Gora wî li beşa 62yem a Goristana Père Lachaiseyê ya Parîsê ye.

Axaftina Newrozê

Yilmaz Guney li Parîsê di bernameya Newroza sala 1984an de ve axaftineke bi bandor kiribû ku heta niha jî di hişê gelê Kurd de ye:

“Hevalno! Êş, zext, hejarî, xwîn û hêsir ne qedera gelê Kurd e.

Em vê qederê red dikin! Em vê qederê nas nakin!

Em naxwazin bibin zarokên welatekî mêtînger ku ji çar aliyan ve hatiye dagirkin, em dixwazin bibin zarokên welatekî Kurd ê serbixwe, yekgirtî û azad ên Kurdistanê.

Em dixwazin li se axa xwe bi zimanê xwe stranên evîndarî û azadiyê bisitirînin.

Em dixwazin cîhana xwe, axa xwe bi destên xwe bistirin û û ji nû ve ava bikin.

Hevalno! Çiyayên me, deştên me û çemên me li benda we ne.

Em naxwazin hemû jiyana xwe li xerîbiyê derbas bikin û stranên xerîbiyê bibêjin.

Em dixwazin li welatê xwe, di bin ala xwe de azad û serbixwe bijîn.

Armanca wan kesên ku îro li deverên cuda yên Kurdistanê, li çiya, deşt û zindanên faşîst, li dijî zilm û zordariya mêtîngeran şer dikin û dimirin ev e!

Em bîranîna kesên ku di şer de mirine û yên ku di vê rêyê de şehîd ketine di dilê xwe de û di têkoşîna xwe de zindî dihêlin.

Bila dost û dijmin zanibe em dê bi ser bikevin, teqez em dê bi ser bikevin.

Bijî Kurdistana serbixwe, yekgirtî, demokratîk!”

Pirsên