Stenbol (Rûdaw) - Li bajarê Stenbolê ku wekî paytexta çand û hunerê ya Tirkiyeyê tê nasîn, Festîvala 15emîn a Sehafan a Beyogluyê tê lidarxistin.
Festîvala 15emîn a Sehafan a Beyogluyê 19ê Îlonê dest pê kir û 40 sehafên ji Beyogluyê û deverên cuda yên Stenbolê beşdar in.
Festîvala Sehafan ji aliyê Şaredariya Beyogluyê ya Stenbolê ve tê lidarxistin.
Festîval li hewşa Sêwîxaneya Berê ya Fransiyan ye û dê heta 27ê Îlonê bidome.
Berhemên kevnar
Li festîvalê pirtûkên kevn û nadir û pirtûkên destê duyemîn tên pêşkêşkirin.
Her wiha kovar û rojnameyên serdema Osmaniyan û yên salên 70 û 80yî jî li ber dest in.
Li gel van berheman name, nexşe, kartpostal, plakên kevn û berhemên kevnar jî tên pêşkêşkirin.
Di çarçoveya festîvalê de gotûbêj, rojên îmzeyê yên nivîskaran û konserên muzîkê jî tên lidarxistin.
Bi formaya Amedsporê çû festîvalê
Xwendekara Kurd Elvanê ji bo pîrozbahiya serkeftina Amedsporê ya li hemberî Beşîktaşê, forma tîmê li xwe kiriye.
Her wiha tûrikê wê yê "Jin, Jiyan, Azadî"yê jî bi wê re ye û ew wisa çûye festîvalê.
Elvan li nav standan digere û pirtûkên kevn ji bo xwe hildibijêre.
Elvanê kêfxweşiya xwe wisa anî zimên:
"Ji ber serkeftina Amedsporê, min xwest ez formaya xwe li xwe bikim û kêfxweşiya xwe nîşan bidim.
Bi rastî ez li sehafên nûwaze digerim. Ji ber ku hemû sehaf li vê derê ne, dîtina hinek pirtûkan hêsantir dibe.
Ji loma jî îhtimala ku mirov hinek kartpostal û berhemên binirx bibîne zêdetir dibe.”
"Veger û eleqeyeke ji bo nostaljiyê heye"
Her çi qasî em di serdema dîjîtal û hişê çêkirî de bijîn jî tiştên kevn, retro, entîke û analog hîn jî bala mirovan dikişînin.
Wênekêş Koray Tanriverdi, bi makîneyeke kevn a darîn wêneyên pirtûkhezan dikişîne.
Koray vê yekê bi awayekî kevneşopî li pêşiya perdeya "Bîranîna Stenbol û Beyogluyê" dike.
Wênekêşê analog Koray Tanriverdi jî wiha got:
“Bi rastî eleqe gelekî baş e. Em li vê derê dixwazin dema berê ya Stenbolê zindî bikin.
Bi rastî em li bendê bûn ku piranî kesên bi temen eleqeyê nîşan bidin lê eleqeya ciwanan zêdetir e.
Lewra veger û eleqeyeke ji bo nostaljiyê heye. Ev 4 sal in em bi vê çalakiyê wêneyan bi şêwaza berê dikişînin.”
"Çalakiyeke pir xweş û bikêf e"
Sehaf û pirtûkfiroş jî dibêjin, eleqeya ciwanan a ji bo sehafan roj bi roj zêde dibe.
Alîkarê Komeleya Sehafan Murat Uncu jî dîtinên xwe wisa anîn zimên:
“Em bi saya vê festîvalê bi xwîner û hezkiriyên sehafan re tên cem hev û hevdû nas dikin.
Em li vê derê çalakiyên taybet jî li dar dixin. Eleqeya ciwanan a ji bo pirtûkan îsal gelekî zêde ye.”
Pirtûkhez Ozge Dîndarê jî kêfxweşiya xwe ya ji bo festîvalê anî zimên:
“Ez ji bo dîtina pirtûkên kevn, kartpostal û plakên xweş hatime festîvalê.
Çalakiyeke pir xweş, bikêf û dewlemend e. Min ji xwe re çend pirtûkên kevn ên Osmaniyan dîtin.”


