Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê, qedexekirina 5 pirtûkên Weşanxaneya Avestayê ku di nav wan de pirtûka "Dîroka Kurdistanê" jî heye wekî binpêkirina azadiya derbirînê bi nav kir.
Dadgehê biryar da ku qedexeya li ser pirtûkan rabe û ji weşanxaneyê re tezmînat bê dayîn.
5 pirtûkên ku hatibûn qedexekirin
Pirtûkên ku biryara qedexekirinê li ser wan hat betalkirin hemû ji Weşanxaneya Avestayê derketibûn.
Ew pirtûk ev in:
"Ji Xweliya Firîşteyan - Mîrata Qedexekirî ya Nijadekî Gunehkar" a Andrew Collins
- "Kurd û Kurdistan" a Ebdulrehman Qasimlo
- "Serhildana Kurdan a 1880yî" ya Celîlê Celîl
- "Tevgera Neteweyî ya Kurd" a Chris Kutschera
- "Dîroka Kurdistanê" ya Lazarev û Mihoyan
'Dibe amûreke sansûrê'
Dadgehê biryar da ku biryarên qedexekirin û komkirina pirtûkan li dijî prensîbên azadiya derbirîn û çapemeniyê ne.
Di hinceta biryara Dadgeha Destûrê de hat diyarkirin ku qedexeyên li ser çapkirin, zêdekirin, belavkirin û firotina pirtûkên li Tirkiyeyê bêbingeh in û ti bingeha wan a yasayî nîne.
Dadgeha Destûrê destnîşan kir ku biryarên komkirinê di eslê xwe de divê tenê tedbîreke parastinê ya demkî bin.
Lê dadgehan ev biryar bêdem kirine û ew veguhertine ceza û amûreke sansûra mayînde.
Tezmînat dê ji bo Avestayê bê dayîn
Weşanxaneya Avestayê li ser biryara dadgehê daxuyaniyek belav kir.
Avestayê di daxuyaniya xwe de anî zimên:
"Ji bo rakirina binpêkirin û encamên wê, biryara ji nû ve darizandinê û dayîna tezmînata manewî ji bo weşanxaneya me hat dayîn.
Ev biryar li dijî biryarên keyfî yên komkirin û qedexekirinê, ji bo parastina azadiya derbirîn û weşangeriyê biryareke mînak e."



