Hewlêr (Rûdaw) - Yek ji stûnên weşangeriya Kurdî yên herî kevn Weşanên Avestayê ragihand ku ew ji ber lêçûnên giran, paşguhkirina daxwazan û cihên xirab beşdarî Fuara 10emîn a Pirtûkan a Amedê nabe.
Fuara Pirtûkan a Amedê dê di navbera 26ê Îlonê û 4ê Çiriya Pêşîn de li Navenda Fuar û Kongreyan a Navneteweyî ya Mezopotamyayê were lidarxistin.
27 weşanxaneyên Kurdî amadekariya fuarê dikin
Di bin banê Yekîtiya Weşangerên Kurd (YEW-KURD) de ji bajarên cuda yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 27 weşanxane û sazî dê li fuarê cih bigirin.
Her wiha tê çaverêkirin ku 74 panel û nêzîkî 300 çalakiyên îmzekirina pirtûkan werin lidarxistin.
“Maliyet pir zêde bûn”
Avestayê di dema amadekariyên fuarê de, bi rêya hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek weşand û sedemên nebeşdarbûnê eşkere kirin.
Weşanxaneyê di daxuyaniyê de bal kişand ser zêdebûna mesrefan û şertên fuarê û got ku bê standeke baş û cihê fireh, beşdarbûna fuarê ji bo wan ne pêkan e û got:
“Mixabin em îsal beşdarî fuara kitêban a Diyarbekir nabin.
Çend salên dawî maliyet pir zêde bûn. Me nexwest bêyî standeke baş û cihekî fireh beşdar bibin.
Bi ser de jî di wextekî ne baş de çêkirin.”
“Giringî bi îqaz û gotinên me nedan”
Weşanxaneya Avestayê got ku salên dawî hişyarî û daxwazên wan ji aliyê organîzatoran ve hatine paşguhkirin û di daxuyaniyê de wiha got:
“Ji serî de t giringî bi îqaz û gotinên me nedan. Ti carî bo aktivîteyên me tiştek nekirin, cihê xirab dan me.”
“Zirara me hatibû radeyekê ku nedihat qebûlkirin”
Avestayê her wiha da zanîn ku hêsanî û piştgiriyên ku ji bo hinek kes û saziyên din hatine kirin, ji bo wan nehatiye kirin.
Weşanxaneyê i dawiyê de ragihand ku ji ber şertên heyî biryara nebeşdarbûnê hatiye dayîn û ev biryar ji bo wan ne hêsan e.
“Yarmetî û hêsankariya dikirin, bo me nekirin. Zerera me hatibû radeyekê ku nedihat qebûlkirin.
Di nav van şertan de me qerar da ku beşdar nebin. Em xemgîn in.
Qerareke pir zehmet bû bo me lê em mecbûr man.”


.jpg&w=3840&q=75)
