Hewlêr (Rûdaw) - Folklorîst Seyda Goyan di Sempozyûma 13emîn a Muzîka Polîfonîk a Gelêrî li Tiflîsê de çand û dengbêjiya Kurdî nasand û bala akademîsyenên cîhanê kişand ser dewlemendiya muzîka resen Kurdî.
Sempozyûma 13emîn a Muzîka Polîfonîk a Gelêrî li Tiflîsa paytexta Gurcistanê hat lidarxistin.
UNESCOyê sala 2001ê stranên polîfonîk ên kevneşopî yên Gurcistanê xistibûn nava Lîsteya Mîrata Çandî ya Mirovahiyê.
Platformeke navneteweyî ya mîrata muzîkê
Ev sempozyûm ji bo parastina mîrata çandî, belgekirina wê ya di asta akademîk de û veguhastina wê ya ji bo nifşên paşerojê platformeke sereke ye.
Ji çar aliyên cîhanê etnomuzîkolog, muzîkolog, folklorîst û hunermendên muzîka gelêrî li Tiflîsê kom bûn.
Di sempozyûmê de ne tenê muzîka Gurcistanê, her wiha cureyên muzîka kevneşopî ya polîfonîk a herêmên cuda yên cîhanê jî hatin gotûbêjkirin.
Gotarên ku di sempozyûmê de hatin pêşkêşkirin, dê bi rêkûpêk werin qeydkirin û wekî pirtûk bikevin xizmeta arşîva etnomuzîkolojiyê.
Lêkoler û berhevkarê çanda devkî ya Kurdî Seyda Goyan jî yek ji mêvanên vê sempozyûma navneteweyî bû.
Seyda Goyan li wir çanda Kurdî da nasîn û xebatên girîng meşandin.
Folklorîstê Kurd di dema sempozyûmê de hinek ji beşdarên biyanî fêrî gotina stranên Kurdî jî kirin.
Seyda Goyan bû mêhvanê Hêvîdar Zanayê û behsa sempozyûmê û xebatên xwe kir û got:
"Keçikeke Fînlandî nêzîkî salek an du sal e em li ser Facebookê bi hev re nas bûn. Ev sê-çar sal in ez gelekî alîkariyê didim wan derbarê dengbêjiya Kurdî de, bê ka cih û girîngiya dengbêjan çi ye.
Îsal min ji wan re got ku ez jî dixwazim beşdarî vê festîvala navneteweyî ya polîfonîk bibim. Wan ez qebûl kirim û min pêşkêşiya xwe amade kir."
"Tezahurata futbolê çi qasî girîng be, 'Hey Hey'a dengbêjan jî wisa ye"
Seyda Goyan li ser pirsa Hêvîdar Zanayê ya "Te li ser çi pêşkêşî kir, gotara te li ser çi bû?" bal kişand ser hûrgiliyeke balkêş a di nav stranên Kurdî de û wiha axivî:
"Gotara min li ser tiştekî taybet û balkêş bû. Di dema stranan de ew dengên wekî 'hey hey hey' ku tên derxistin... Ev li cîhanê û li Ewropayê jî gelek balê dikişîne.
Min ev yek bi mînakekê şîrove kir, di sehaya futbolê de tezahurata piştgiriyê çi qasî girîng be, di dengbêjiya Botan û Behdînan de jî dema stran tê gotin, ew dengên ku li pişt dengbêj tên derxistin, wisa girîng e.
Ev yek moralê dengbêj bilind dike û qîmeteke mezin dide wan."
Biyaniyan ji nêzîk ve çanda Kurdî dîtin û ecêbmayî man
Hêvîdar Zanayê pirseke din a balkêş ji mêvanê xwe kir û got, "Di nava mêvanên sempozyûmê de kes hebûn ku heta niha stran û folklora Kurdî nebihîstibûn?"
Seyda Goyan diyar kir ku nêzîkî 15-20 zanyar û akademîsyen li wir bûn ku wan tenê ji ser YouTube û tekstên teorîk zanyarî wergirtibûn û wiha berdewam kir:
"Dema min pêşkêşiya xwe kir, min ne tenê behsa teoriyê kir, min dîrokeke 400 salî ya gelê Kurd pêşkêşî wan kir.
Her kes rabû ser piyan û li çepikan xist û ez pîroz kirim. Ji min re gotin, 'Tu rasterast ji nava gel hatî lê em tenê di ser YouTube û tekstan re li çandan dinêrin.' Bandoreke gelekî mezin li wan kir."
Jineke biyanî fêrî strana "Ez Xelef im" kir
Di dîmenên ku hatin weşandin de, Seyda Goyan bi jineke biyanî re dimeşe û bi hev re stranê dibêjin.
Hêvîdar Zanayê derbarê vê dîmenê pirsî, "Ez dibînim di vîdeoyê de xanimeke biyanî li kêleka te ye û tu hewl didî wê fêrî strana 'Ez Xelef im Xelef im' bikî. Gelo fêr bû?"
Seyda Goyan bi kenekî bersiv da û çîroka wê dîmenê wiha vegot:
"Belê, ew xanim gelek meraqdarê muzîka klasîk a Kurdî bû. Min ji wê re tavsiye kir. Wê ji min re got 'Min min fêr bike.' Her çend telafûza wê ji bo zimanê me hinekî zehmet bû jî lê me du rojan prove kirin. Ew dîmen jî roja dawî bû ku êdî fêr bibû û me bi hev re digot."
.jpg&w=3840&q=75)

