Hewlêr (Rûdaw) - Enstîtuya Kurdî ya Amedê piştî xebata şeş mehan a komîteyeke pispor, ji bo zarokan rêzeçîrokeke nû ya ji 20 pirtûkan pêk tê çap kir.
Deh pirtûk bi zaravayê Kurmancî û deh pirtûk jî bi zaravayê Zazakî (Kirmanckî) hatine amadekirin.
Ev proje wekî gaveke girîng a ji bo parastin û bipêşxistina zimanê Kurdî ya li Bakurê Kurdistanê tê dîtin.
Hevserokê Enstîtuya Kurdî ya Amedê Murat Bîlgîç beşdarî bultena Nûrojê ya Rûdawê bû û di hevpeyvîneke taybet de ji Nalîn Hesenê re qala armanc û hûrgiliyên projeyê kir.
"Zarok bi zimanekî din perwerde dibin"
Murat Bîlgîç anî zimên ku wan piştî navberekê bi projeyeke ji bo zarokan dest bi xebatên xwe kiriye û got:
“Wekî ku tê zanîn li Bakur perwerdeya Kurdî tune.
Dewlet derfeteke bi vî rengî nade zarokên Kurdan û bi milyonan zarokên Kurd bi zimanekî din perwerde dibin.
Ev jî ji bo ku zarok fêrî zimanê xwe bibin metirsiyeke mezin e.”
Bîlgîç destnîşan kir ku wan bi vê xebatê xwestiye girîngiyê bidin paşeroja ziman û zarokan.
"Me çîrokên nû afirandin"
Bîlgîç li ser taybetmendiya pirtûkan, diyar kir ku ew ne werger in û ne jî tenê çîrokên gelêrî ne, lê belê berhemên nû ne ku ji aliyê komîteyeke pispor ve hatine nivîsandin.
Bîlgîç li ser naveroka çîrokan got:
“Çîrokên me yên gelêrî ji aliyê pedagojiyê ve hinekî bi pirsgirêk bûn.
Yên cîhanê jî ku berê hatin ceribandin, kirasê cihekî din bûn û li me nedihatin.
Komîteya me ya pispor pişta xwe da çanda me û çavê xwe li cîhanê jî negirt, bi vî awayî ji bo zarokên Kurdan çîrokên nû afirandin.”
Bîlgîç da zanîn ku zimanê pirtûkan “zimanekî herikbar, hêsan û şênber e” da ku zarok bikaribin pê xeyalan bikin û bi hêsanî tê bigihîjin.
Naveroka çîrokan jî li gorî pêdiviyên temenê pêşdibistanê hatiye amadekirin.
Wekî mînak, di çîroka “Av Jiyan e (Zazakî: Awe Cu Ya)” de girîngiya avê tê vegotin.
Banga ji bo malbatên Kurd
Hevserokê Enstîtuya Kurdî ya Amedê eşkere kir ku di çapa yekem de 10 hezar pirtûk hatine çapkirin û ew dê li hemû bajarên Bakurê Kurdistanê bên belavkirin.
Murat Bîlgîç di dawiya axaftina xwe de bangî malbatên Kurd kir û got:
“Dema em dibêjin zarok paşeroja me ne, divê em ji bo wan bixebitin.
Lêkolînên derûnî û civaknasiyê dibêjin, ew zarokên ku bi zimanê dayîkê mezin dibin, di jiyanê de jêhatîtir in.
Koka me zimanê me ye. Em wekî Enstîtuya Kurdî hewl didin malbat bi zarokên xwe re bi zimanê xwe demeke xweş derbas bikin û em hêvî dikin malbatên me ji vê derfetê sûdê wergirin.”


