Hewlêr (Rûdaw) - Projeya “Dengê Qedîm: Konserên Amîdayê” ku muzîka Kurdî ya ji nifşên berê heta îro hatiye, li cihên dîrokî yên Amedê bi rêya platformên dîjîtal digihîne guhdaran.
Di vê rêzê de, ji bilî Amedê cihên dîrokî û çandî yên bajarên din ên Bakurê Kurdistanê û hunermendên ku di dîroka muzîka Kurdî de cih girtiye jî dê bên nasîn.
Rêza yekem a “Dengê Qedîm: Konserên Amîdayê” di dema pandemiyê de li gelek cihên dîrokî yên Amedê hatibû lidarxistin.
Di vê çarçoveyê de 7 konser hatibûn lidarxistin û berhemên hunermendên cuda yên muzîka Kurdî di cihên dîrokî de hatibûn pêşkêşkirin.
Rêza duyem a “Konserên Amîdayê” dest pê dike
Endamê Lijneya Birêvebir a DTSOyê û berpirsê karên ziman û çandê Faruk Korkmaz got ku fikra rêza duyem a “Konserên Amîdayê” bi amadekirina konsereke ji bo bîranîna hunermend Aram Tîgran dest pê kir.
Korkmaz diyar kir ku armanc ew bû ku Aram Tîgran were bibîranîn û berhemên wî careke din ji guhdaran re werim pêşkêşkirin.
Wî got ku piştî vê fikrê wan biryar da ku rêza “Konserên Amîdayê” berdewam bikin û vê carê bajarên din jî di nav projeyê de cih bigirin û wiha lê zêde kir:
“Me dixwest Aram Tîgran bi bîr bînin û berhemên wî careke din bigihînin guhdaran. Pişt re me fikirî ku rêza Konserên Amîdayê berdewam bikin.
Em dixwazin ji Aram Tîgran dest pê bikin û berhemên hunermendên ku di muzîka Kurdî de qedrekî wan ê mezin heye, li cihên dîrokî pêşkêş bikin.”
Li gorî Korkmaz, rêza yekem bi Amedê re sînordar mabû.
Di rêza nû de dê cihên dîrokî û çandî yên bajarên cuda yên Bakurê Kurdistanê, berhemên muzîkê yên taybetî yên her yek ji deverên cuda û hunermendên wan jî bên naskirin.
7 konser di cihên dîrokî de
Di rêza yekem a projeyê de konser li cihên wekî Şikeftên Hasûnî yên li Farqînê, Keleha Zerzevanê, Şikeftên Hîlarê yên Erxeniyê, Pira Malabadê, Dêra Keldaniyan a li Sûrê û Keleha Egîlê hatibûn lidarxistin.
Her konser ji bo bîranîna yek ji hunermendên muzîka Kurdî hatibû amadekirin û berhemên wan hunermendan hatibûn pêşkêşkirin.
Konserên ku hatin lidarxistin pişt re li ser platformên dîjîtal jî hatin belavkirin.
Armanca projeyê ev e ku cihên dîrokî û çandî yên herêmê bi muzîka Kurdî re bêne girêdan û bi rêya muzîkê dewlemendiya çandî ya herêmê ji guhdarên li hundir û derve re were nasîn.
Korkmaz her wiha diyar kir ku rêza duyemîn jî bi hevkariya Ma Musicê tê lidarxistin.
Li Fuara Pirtûkan a TUYAPê Panela Aram Tîgran
Di çarçoveya Pêşangeha Pirtûkan a TUYAPê ya îsal de jî paneleke li ser Aram Tîgran dê were lidarxistin.
Pêşangeha îsal cara 10an tê lidarxistin û panel bi hevkariya DTSO û Ma Musicê dê pêk were.
Panela bi navê “Dengê Azadiyê, Sembolê Biratiyê: Aram Tîgran” dê 2ê Çiriya Pêşîn a 2026an ji demjimêr 13:00 heta 13:45an were lidarxistin.
Di panelê de berhemên Aram Tîgran, cihê wî yê di muzîka Kurdî de û bandora wî ya li ser muzîka Kurdî dê werin nîqaşkirin.



