Hewlêr (Rûdaw) - Weşanxaneya DOZê pirtûka bîranînan a zanayê Kurd Nadir Nadirov ji Rûsî wergerand Kurdî û bi navê “Rêya Min a Dijwar Ber bi Zanyariyê ve” çap kir.
Berhema ku ji 190 rûpelan pêk tê, ji aliyê Têmûrê Xelîl ve li Kurdî hatiye wergerandin û ji aliyê Salih Kevirbirî ve jî sererastkirin û edîtoriya wê hatiye kirin.
Orjînala berhemê piştî koça Nadir Nadirov sala 2022yan li Almatiya Qazaxistanê bi Rûsî çap bûye.
Her wiha nivîsa bergê li paşiya pirtûkê jî bi vî awayî ye:
“Nadir Nadirov, ne tenê zanyarekî navdar ê cîhanê û endazyarekî bêhempa yê sedsala 20an bû, ew di heman demê de serbilindiya miletê Kurd û welatiyekî dilsoz ê gelê Qazaxistanê jî bû.
Wî bi sedan xebatên zanistî, xwedîtiya zêdetirî 200 patentan û lêkolînên xwe yên pêşeng ên di warê kîmya û derxistina petrolê de, mohra xwe li qada navneteweyî xist û di qada zanyariyê de gihîşt astên herî bilind.
Ev pirtûka bîranînan a ku ji salên zarokatiyê yên melûl heta serkeftinên herî mezin ên akademîk diçe, şahidiya berxwedan û jêhatîbûna zanyarekî mezin e.
Nadirov di vê berhemê de ne tenê serpêhatî û xebatên xwe yên bêwestan vedibêje, di heman demê de nîşan dide ka mirov çawa dikare di nav şert û mercên herî dijwar de bi zanabûn, aqilmendî û kedê bi ser bikeve û rê nîşanî nifşên nû bide.
Her wiha ev pirtûk ji bo xwînerên Kurd xwedî wateyeke dîrokî ye çimkî cara yekem e berhemeke vî zanyarê mezin bi zimanê wî yê zikmakî, bi Kurmanciyeke şêrîn digihîje ber destê wan.”
Li Amedê gotûbêj
Hêjayî gotinê ye ku dê 2yê Çiriya Pêşîn li Fuara Pirtûkan a Amedê, ji aliyê Weşanxaneya DOZê ve li ser bîranînên Nadirov gotûbêjek pêk were.
Di vê gotûbêjê de dê Narîn Nadirova û Salih Kevirbirî li ser naveroka berhemê û jiyana Nadirov biaxivin.




