Hewlêr (Rûdaw) - Derhênerê Kurd Fethî Kerîm, got ku wî fîlmekî nû yê bi navê "Destê Min Bigire" amade kiriye ku mijara wî destdirêjiya li ser ciwanan e û her wiha got ku çavên wî li festîvalên navdar ên Cannes û Venedîkê ne.
Fethî Kerîm bû mêhvanê bultena Nûrojê ya ku Nalîn Hesen pêşkêş dike û hûrgiliyên derbarê fîlmê xwe parve kirin.
"Peyama me ji bo tevahiya civakê ye"
Derhêner Fethî Kerîm bal kişand ser girîngiya navê fîlm û peyama ku dixwaze bigihînin civakê wiha pênase kir:
"Dema kesek rastî pirsgirêkekê tê, pêwîstiya wî bi yekî çêdibe ku bi destê wî bigire. Peyama me jî ji bo tevahiya civakê ye, bi taybetî ji bo ciwanan."
Kerîm diyar kir ku fîlm balê dikişîne ser bertekên tund ên civakê û rûyê tarî yê vê pirsê derdixe holê:
“Dema kesek rastî êrişa cinsî tê, mixabin carinan civak jî bertekên tund nîşan dide ku digihîje heta kuştinê. Peyama min ew e: Em karibin destê kesên ku bûne qurbanî bigirin û piştgiriya wan bikin.”
Fîlm di 47 rojan de li Hewlêr û derdora wê hatiye girtin û niha di qonaxa dawî ya montajê de ye.
Sînemaya Neo-Realîzmê û lîstikvanên nû yên Kurd
Kerîm derbarê lîstikvan û tîma fîlm de got ku wî giranî daye cureya neo-realîzmê û rûyên nû derxistine pêş.
Hemû lîstikvan û tîma teknîk Kurdên ji Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ne.
Derhêner derbarê hilbijartina lîstikvanan ev agahî dan:
“Lîstikvanê sereke Barzan Yûnis e lê ji bilî sê-çar lîstikvanên diyarkirî, yên din hemû rûyên nû ne. Ez bi cureya neo-realîzmê rabûme û di vê cureyê de derxistina rûyên nû gelekî girîng e.”
Çav li Cannes, Venedîk û Dubaiyê ye
Derhêner Fethî Kerîm diyar kir ku armanca sereke ya tîma fîlmê "Destê Min Bigire" gihîştina qada navneteweyî ye.
Kerîm derbarê belavkirin û nîşandana fîlm wiha got, “Niha bi şirketeke Ewropî re dan û standinên me berdewam dikin.”
Fethî Kerîm hêviyên xwe yên ji bo festîvalan jî wiha anî ziman:
“Eger bextê min hebe, çavê min li festîvalên wekî Cannes û Venedîkê ne.
Her wiha ji ber ku mijara fîlm bi Rojhilata Navîn ve girêdayî ye, ez dixwazim beşdarî Festîvala Fîlman a Dubaiyê jî bibim.”
Zimanê fîlmê "Destê Min Bigire" Kurdî ye û dê jêrnivîsa zimanên navneteweyî ji bo welatên ku lê were nîşandan bê amadekirin.

.jpg&w=3840&q=75)
