Dusseldorf (Rûdaw) - Taim Adams ku niha li Almanyayê dijî, li ser projeyeke nû ya sînemayê ya bi navê "Birînên Welêt" dixebite û dixwaze sînemaya Kurdî bibe asteke cîhanî.
Derhênerê Kurd ê ji Efrînê Taim Adams xwediyê gelek berhemên berbiçav e û heta niha li gel lîstikvanên navdar ên Hollywood û Almanyayê xebitiye.
Ew niha li ser amadekirina fîlmekî nû yê bi navê "Birînên Welêt" dixebite.
Tê plankirin ku dîmenên vî fîlmî li Almanya, Amerîka, Awistralya, Kurdistan û Îzlandayê werin girtin.
Taim Adams diyar kir ku sînema ji bo wî ne tenê qadeke hunerî ye, di heman demê de pirek e ji bo gihandina nêrîn û hizra wî ya ji bo cîhanê.
Taim Adamsê ku endamê Sendîkaya Derhêneran a Almanyayê ye, xwedî tecrubeyeke dewlemend a di qada sînemaya navneteweyî de ye û berhemên wî li ser platformên cîhanî yên wekî Amazon Prime û Apple TVyê tên nîşandan.
Taim Adams li ser zehmetiyên xebata di navbera hizra Kurdî û sînemaya cîhanî de got:
"Bi rastî gelekî zehmet bû. Wekî derhênerekî Kurd felsefe û çanda min a taybet heye û ez li gorî pîvanên navneteweyî jî dixebitim.
Ji bo min zehmet bû ku ez nîşanî wan bidim ku ez Kurd im lê ez dikarim fîlmekî Amerîkî bi hizir û felsefeya wan jî çêbikim.
Tevî hemû zehmetiyan ez bi ser ketim ji ber ku baweriya min bi min hebû."
"Naxwazim Kurd tenê wekî qurbanî bên nîşandan"
Derhênerê Kurd destnîşan kir ku ew dixwaze bi rêya sînemayê çîroka gelê Kurd bigihîne cîhanê, ne tenê wêneyê Kurdan wekî kesên bêçare di nûçeyan de derkeve pêş.
Adams li ser armanca xwe wiha axivî:
"Ez dixwazim nasnameya Kurdî bi cîhanê bidim naskirin û nîşan bidim bê ka Kurd di rastiyê de çawa ne.
Ez naxwazim xelk her tim Kurdan di nûçeyan de wekî qurbanî bibîne yan jî tenê fîlmek be ku şer û xwîn tê de hebe.
Çîrokên me yên pir xweş jî hene ku hêjayî gotinê ne û em dikarin bi rêya wan cîhanê ji rastiya gelê xwe agahdar bikin."
Projeya paşerojê ya Taim Adams fîlmekî dramayê yê dîrokî ye ku dê nîvê girtina wê li Kurdistanê û nîvê din jî li Awistralyayê were kirin.
Çîroka fîlm li ser malbat, ax û bîranînan hatiye honandin û senaryoya wê jî ji aliyê wî bi xwe ve hatiye nivîsandin.


