Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Çand û Tûrîzmê ya Tirkiyeyê ragihand ku di navbera salên 2010 û 2026an de di bin 18 sernavan de berhemên Kurdî hatine weşandin.
Her wiha hejmara tomarkirina kevneşopiya dengbêjiyê ya di envantera neteweyî de gihîştiye 5an.
Wezareta Çand û Tûrîzmê ya Tirkiyeyê, bersiv da pêşniyazpirsîna Parlamentera Colemêrgê ya DEM Partiyê Oznur Bartinê.
Ev pêşniyazpirsîn li ser parastina zimanê dayîkê û bi taybetî jî zimanê Kurdî bû.
Li gorî nûçeya Amida Haberê, wezaretê bersiv ji Parlamentoyê re şandiye.
Di bersivê de xebatên li ser weşandina berhemên klasîk ên Kurdî hatine rêzkirin.
Her wiha qala xebatên arşîva dîjîtal û tomarkirina kevneşopiya dengbêjiyê hatiye kirin.
Li gorî daxuyaniyê, wezaretê ji sala 2010an ve dest bi weşandina berhemên klasîk ên Kurdî kiriye.
Wezareta Çand û Tûrîzmê ya Tirkiyeyê heta sala 2026an bi giştî di bin 18 sernavan de berhemên Kurdî gihandine xwîneran.
Koleksiyona Aleksandre Jaba
Di bersiva wezaretê de Koleksiyona Aleksandre Jaba wekî mînakeke girîng a van xebatan hat nîşandan.
Wezaretê diyar kir ku 69 berhemên Kurdî yên di arşîva Akademiya Zanistê ya St. Petersburgê de di 15 cildan de hatine weşandin.
Ev xebat bi hevkariya Enstîtuya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê pêk hatiye.
Wezaretê dest nîşan kir ku ev berhem wekî pirtûk hatine çapkirin û her wiha li ser platformên dîjîtal ên wezaretê wekî e-pirtûk (pirtûkên elektronîk) jî hatine weşandin.
Li 6 bajaran lêkolînên qadê hatin kirin
Di bersiva wezaretê de hat ragihandin ku ji sala 2008an ve, 392 mîrateyên nû li Envantera Neteweyî ya Mîrateya Çandî ya Neberbiçav a Tirkiyeyê hatine zêdekirin.
Dengbêjî stûna herî qewîn a çanda devkî ya Kurdî ye.
Li gorî bersiva wezaretê dengbêjî sala 2014an li Amed, Mûş û Rihayê ketiye nav envanterê û bi xebatên sala 2026an ên li Mêrdîn û Colemêrgê re hejmara tomarkirinan gihîştiye 5an.
Her wiha ji bo parastina vê kevneşopiyê û gihandina wê ya ji bo nifşên nû, sala 2026an xebateke berfireh a lêkolîn û belgekirinê hatiye destpêkirin.
Di vê çarçoveyê de li Amed, Qers, Erzirom, Îdir, Êlih û Şirnexê li ser qadê lêkolîn hatin kirin.
Pirtûkên Kurdî
Wezaretê destnîşan kir ku pirtûkên zarokan, ferheng û materyalên perwerdeyê yên bi Kurdî û zimanên din di çarçoveya bernameya MASDEyê de dikarin werin kirîn.
Ev berhemên ku ji aliyê weşanxaneyên taybet ve hatine çapkirin dê bibin dewlemendiya koleksiyonên pirtûkxaneyan.
Li aliyê din hat diyarkirin ku berhemên Kurdî û yên bi zimanên din ên di pirtûkxaneyên neteweyî de, di nav pêvajoya giştî ya dîjîtalkirinê de tên arşîvkirin.
Lê belê li ser bingeha zimanan pergaleke taybet û serbixwe ya dîjîtalkirinê tune.

.jpg&w=3840&q=75)

