Hewlêr (Rûdaw) - Weqfa Avestayê ragihand ku dê "Xelata Şanaziyê ya sala 2026an" bide dîroknas û Kurdnas Celîlê Celîl.
Merasîma pêşkêşkirina xelatê dê li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê were lidarxistin.
Li gorî daxuyaniya Weqfa Avestayê ya roja çarşemê, xwediyê Xelata Şanaziyê ya îsal ê weqfê Celîlê Celîl e.
Biryar e merasîma pêşkêşkirina xelatê 28ê Çiriya Paşîn li Salona Konferansê ya Tahîr Elçî ya li Amedê bê lidarxistin.
Her wiha li gorî agahiyan, di heman rojê de di navbera saet 14:00 û 17:00an de dê li ser wî dîroknasî panelek jî were sazkirin.
Ev çalakî ji bo wê yekê ye ku 28ê Çiriya Paşîn hevdem e bi roja jidayikbûna Celîlê Celîl re.
Celîlê Celîl kî ye?
Celîlê Celîl dîroknas, nivîskar û Kurdnasekî Kurd e û li bajarê Rewanê yê paytexta Ermenistanê ji dayîk bûye.
Celîlê Celîl kurê helbestvan û nivîskar Casimê Celîl e û birayê mezin ê zimannas û folklorzan Ordîxanê Celîl e.
Her wiha xwîşka wî Cemîla Celîl jî di warê berhevkirin û lêkolîna muzîka Kurdî de xebitiye.
Piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê, Celîlê Celîl li Awisturyayê bi cih bûye û li Zanîngeha Viyanayê û Akademiya Zanistan a Viyanayê ders dane.
Berhemên herî diyar ên Celîlê Celîl
Raperîna Kurdan a 1880yî (Tevgera Şêx Ubeydullahê Nehrî), 13 Rûpelên Balkêş ji Dîroka Gelê Kurd, Ronakbîriya Kurdî.
Rêzepirtûkên folklorî yên bi navê "Zargotina Kurda" û "Folklora Kurdî" ku bi hevkariya birayê xwe amade kirine.
Celîlê Celîl dawiya meha Çiriya Paşîn a sala 1936an li bajarê Rewanê yê Ermenistanê ji dayîk bûye.
Merasîma 28ê Çiriya Paşîn dê hevdem be bi 90emîn salvegera jidayikbûna wî re.
Celîlê Celîl yek ji girîngtirîn lêkolerên Kurd ê navenda akademîk a Sovyeta berê ye ku bi taybetî li ser belgeyên dîrokî yên sedsalên 19 û 20an, tevgerên Kurdan û berhevkirina wêjeya devkî û folklora Kurdî xebitiye.
Ji salên 1990î ve, hejmareke zêde ya pirtûk û lêkolînên Celîlê Celîl ji aliyê navendên weşanê yên Kurdî ve li Amed û Stenbolê hatine wergerandin û çapkirin.
Di nav wan de weşanxane û saziyên çandî yên ser bi Avestayê ve di belavkirina berhemên wî yên bi zimanên Kurdî û Tirkî de xwedî roleke berbiçav bûne.

.jpg&w=3840&q=75)

