کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Dîmena vekirina pêşangehê / Wêne: Rûdaw

Dîmena vekirina pêşangehê / Wêne: Rûdaw

Stîl

Li Wanê Pêşangeha Navneteweyî ya Geştyariyê dest pê kir

RÛDAW

RÛDAW

20-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW20-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Dêrikê festîvala hespsiwariyê hat lidarxistin
Stîl20-10-2026

Li Dêrikê festîvala hespsiwariyê hat lidarxistin

Li Tirkiyeyê salane 8 milyon saet tên firotin
Stîl10-10-2026

Li Tirkiyeyê salane 8 milyon saet tên firotin

AMED - Pîzaya bi giya û pincarên Kurdistanê: Şampiyonê cîhanê jinan fêr dike
Stîl23-09-2026

AMED - Pîzaya bi giya û pincarên Kurdistanê: Şampiyonê cîhanê jinan fêr dike

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê Pêşangeha 15emîn a Navneteweyî ya Geştyariyê dest pê kir.

Pêşangeh bi beşdariya nûnerên gelek saziyên ji Herêma Kurdistanê, Rojhilatê Kurdistanê, Îran, Ermenistan, Gurcistan û Qibrisê û bi vekirina standên 92 şirketan bi rê ve diçe.

Nûnerên sektorê yên ku di vekirina pêşangehê de axivîn, bal kişand ser şiyana geştyariyê ya Wanê lê dilgiraniya xwe li ser kêmbûna geştên balafiran û tevlînebûna berpirsên siyasî yên bajêr anîn zimên.

Pêşangeh li Navenda Pêşangeh û Kongreyan a Van Expoyê bi rê ve diçe. Ev çalakî bi hevahengiya Wezareta Çand û Geştyariyê ya Tirkiyeyê û bi piştgiriya Yekîtiya Acenteyên Geştyariyê ya Tirkiyeyê (TURSAB), Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê (Van TSO) û saziyên din tê lidarxistin.

"Wan navendeke girîng a geştyariyê ye"

Endamê Desteya Birêvebir a Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê (Van TSO) Turan Avci di vekirina pêşangehê de diyar kir ku Wan bi mîrata xwe ya dîrokî, xweza û dewlemendiya xwe ya çandî navendeke girîng a herêmê ye û xêrhatina mêvanên ji Herêma Kurdistanê û welatên derdorê kir.

Ozgokçe: Berpirsên siyasî yên Wanê di vekirinê de nebûn

Serokê Desteya Nûnertiya TURSABê Cevdet Ozgokçe ji Rûdawê re ragihand ku ew ji ber amadenebûna berpirsên siyasî yên bajêr dilgiran in:

"Îro me pêşangeha xwe vekir lê mixabin vekirineke xemgîn bû. Me dixwest parêzgar û birêvebirê çand û geştyariyê li vir bûna. Parlamenterên partiya desthilatdar jî nehatin.

Ji bo paşeroj û bipêşketina geştyariya Wanê çi ji vê girîngtir e? Pêwîst bû ew li vir bûna."

Ozgokçe her wiha bal kişand ser kêmbûna geştên balafiran û got:

"Beriya pandemiyê rojane 23-24 balafirên me hebûn lê niha ev hejmar daketiye 9-10 balafiran. Ev hejmar têra xelkê bajêr jî nake.

Seferên li gel Îranê jî hatine sekinandin. Pêwîst e seferên balafiran û yên trênê zêde bibin."

Neslîhan Şedal: Ev hevdîtineke çandî ye

Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedala ku qeyûm li şûna wê hatiye danîn, ji Rûdawê re da zanîn ku tevlîbûna welatên herêmê xurt e:

"Armanca vê pêşangehê tenê bilindkirina asta aborî nîne, di heman demê de danîna pireke çandî ya di navbera gelan de ye.

Em di pêvajoyeke girîng a aştî û civaka demokratîk de derbas dibin. Aştî ew e ku nasname, çand û baweriyên cuda bi hev re bi awayekî aştiyane bijîn."

Ji nexweşiyan heta pênîrê bi sîrik

Di pêşangehê de xwarin û berhemên taybet ên Wanê tên nîşandan. Birêvebira Giştî ya Best Van Turizmê û karsaz Îrem Bayramê ragihand ku ew hem di sektora veguhastinê de û hem jî bi berhema xwe ya pênîrê bi sîrik ê Wanê beşdarî pêşangehê bûne.

Ji Parêzgeha Erdebîlê ya Îranê Alî Reza Xane xelkê Wanê dawetî Erdebîlê kir û ragihand ku ew dixwazin pêwendiyên geştyariyê yên di navbera her du herêman de xurttir bibin.

Nûnera geştyariyê ya ji Ermenistanê Mariamê jî kêfxweşiya xwe ya ji bo vekirina pêşangehê anî zimên û got wan hewl daye di navbera Êrîvan û Wanê de pireke geştyariyê ava bikin.

Berpirsa Nexweşxaneya Taybet a Akdamarê Beyhan Kantarciogluyê jî eşkere kir ku ew dixwazin di warê geştyariya tenduristiyê de xizmetê bidin xelkê herêmê û nexweşên ji Herêma Kurdistanê vexwendin Wanê.

Her wiha li standa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dengbêjan bi kilaman ahengeke çandî pêşkêşî mêvanan kir.

Pêşangeha Wanê dê heta 21ê Çiriya Paşîn ji bo mêvanan vekirî be.

Nûçeyên Têkildar

Li Dêrikê festîvala hespsiwariyê hat lidarxistin
Stîl20-10-2026

Li Dêrikê festîvala hespsiwariyê hat lidarxistin

Li Tirkiyeyê salane 8 milyon saet tên firotin
Stîl10-10-2026

Li Tirkiyeyê salane 8 milyon saet tên firotin

AMED - Pîzaya bi giya û pincarên Kurdistanê: Şampiyonê cîhanê jinan fêr dike
Stîl23-09-2026

AMED - Pîzaya bi giya û pincarên Kurdistanê: Şampiyonê cîhanê jinan fêr dike

Pirsên