کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Suleyman Ozmen / Wêne: Rûdaw

Suleyman Ozmen / Wêne: Rûdaw

Stîl

DÊRSIM - Suleyman Ozmenê 72 salî 6 sal in kel û pelên dîrokî kom dike

Ali Haydar Gozlu

Ali Haydar Gozlu

20-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Ali Haydar Gozlu
Ali Haydar Gozlu20-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Wanê Pêşangeha Navneteweyî ya Geştyariyê dest pê kir
Stîl20-11-2026

Li Wanê Pêşangeha Navneteweyî ya Geştyariyê dest pê kir

Li Dêrikê festîvala hespsiwariyê hat lidarxistin
Stîl20-10-2026

Li Dêrikê festîvala hespsiwariyê hat lidarxistin

Li Tirkiyeyê salane 8 milyon saet tên firotin
Stîl10-10-2026

Li Tirkiyeyê salane 8 milyon saet tên firotin

Dêrsim (Rûdaw) - Suleyman Ozmenê 72 salî xelkê gundê Şaxsegê yê Dêrsima Bakurê Kurdistanê ye û piştî ku ji Almanyayê vegeriyaye, 6 sal in gund bi gund digere û amûrên çandiniyê û kel û pelên kevn ên nav malê kom dike.

Suleyman Ozmen di beşeke mala xwe de koleksiyoneke berfireh ji wan kel û pelan amade kiriye û bi vê gavê bûye parêzvanê dîrok û çanda herêmê.

“Min 15 sal berê ev fikir danîbû serê xwe”

Berhevkarê kel û pelên dîrokî Suleyman Ozmen li ser destpêka vî karê xwe wiha got:

"Ev fikir wiha hat bîra min: Ji ber ku tiştên me yên kevn bi demê re winda dibûn. Tiştên ku bavên me çêkiribûn dihatin tunekirin.

Kevirên dibekê û yên aşan bûn ku winda bibin. Min 15 sal berê ev di nava serê xwe de danîbû.

Gava ez ji Almanyayê hatim û li gund bi cih bûm, min dest bi komkirina van tiştan kir. Min xwest ji bo gund tiştekî bikim."

Ji ber nebûna cih beşek li derve hiştiye

Ji sindoq û valîzên ji dar bigire heta cirnên avê û kevirên aşan gelek kel û pel di koleksiyona wî de cih digirin.

Ji ber ku li hundir cih têra hemûyan nake, wî bi neçarî beşek ji wan li derve hiştiye.

Ew l komkirina kel û pelan didomîne û ji xelkê dixwaze ku amûr û berhemên dîrokî neavêjin û wan biparêzin.

“Ew tiştên ku diavêjin çopê dîroka me ne”

Berhevkarê kel û pelên dîrokî Suleyman Ozmen bangî xelkê kir û got:

"Tiştekî me yê kevn çi dibe bila bibe, tepsî, qap, xalîçeyên kevn, mixabin ji ber ku kevn in ji aliyê xelkê ve tên avêtin çopê.

Lê ev tişt gelekî bi qîmet in û bi keda destan hatine çêkirin. Bi saya van tiştan me jiyana xwe domand. Ew tiştên ku niha diavêjin çopê, dîroka me bi xwe ne."

Armanca wî avakirina muzexaneyekê ye

Armanca Suleyman Ozmen ew e ku di paşerojê de muzexaneyekê veke û kel û pelên xwe tê de nîşan bide da ku geştyar çand û dîroka Dêrsimê bibînin û ev berhem wekî mîrat ji nifşên nû re bimînin.

Nûçeyên Têkildar

Li Wanê Pêşangeha Navneteweyî ya Geştyariyê dest pê kir
Stîl20-11-2026

Li Wanê Pêşangeha Navneteweyî ya Geştyariyê dest pê kir

Li Dêrikê festîvala hespsiwariyê hat lidarxistin
Stîl20-10-2026

Li Dêrikê festîvala hespsiwariyê hat lidarxistin

Li Tirkiyeyê salane 8 milyon saet tên firotin
Stîl10-10-2026

Li Tirkiyeyê salane 8 milyon saet tên firotin

Pirsên