Qamişlo (Rûdaw) - Ednan Kerîm li bajarê Qamişloyê konserek li dar xist û piştî bidawîhatina konserê ji Rûdawê re got, “Îro rojeke dîrokî bû. Ji bo min konsereke gelekî xweş bû.”
Hunermendê navdar ê Kurd Ednan Kerîm di çarçoveya Festîvala Fîlman a Rojavayê de îro li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê derket ser dikê,
Ednan Kerîm piştî konserê di hevpeyvîneke li gel Nûçegihana Rûdawê Vîviyan Fetahê de ragihand:
“Hestekî min ê gelekî xweş hebû. Qamişlo ji bo min gelekî taybet e. Ew temaşevanên ku hatibûn konserê bi cilên Kurdî hatibûn û ez kêfxweş im ku parastina zimanê şîrîn ê Kurdî dikin.”
Ednan Kerîm got, “Ev cara yekem bû ku ez ji bo konserê têm Qamişloyê. Îro ji bo min rojeke dîrokî bû.
Niha ez xewnê bi wê yekê ve dibînim ku biçim Amedê û li wê derê jî konserekê bidim.”
Hunermendê Kurd Ednan Kerîm li Qamişloyê pirsên Nûçegihana Rûdawê Vîviyan Fetahê bersivandin:
Rûdaw: Birêz Ednan Kerîm piştî konserê hestê te çawa ye?
Ednan Kerîm: Hestekî min ê gelekî xweş heye. Qamişlo ji bo min gelekî taybet e. Ew temaşevanên ku hatibûn konserê bi cilên Kurdî hatibûn. Ez kêfxweş im ku ew parastina zimanê şîrîn ê Kurdî dikin çimkî zimanê me, cil û bergên me û nasnameya me Kurdî ye. Tiştê ku min li Qamişloyê dît rojeke taybet bû. Nedihiştin ez hinek stranan bibêjim, hezkiriyan bi xwe digotin û vê yekê ez gelekî kêfxweş kirim. Ew kesên ku hatibûn konserê gelekî hestyar bûn, guhdarên gelekî taybet bûn. Min hest dikir ku ew tîyên konserê bûn. Bi rastî jî ji bo min konsereke xweş bû. Hemû muzîkjen û hemû ew mamosteyên ku bi min re hatibûn gelekî kêfxweş bûn. Îro ji bo min rojeke dîrokî bû.
Rûdaw: Ev cara yekem e ku tu li Qamişloyê konserê didî?
Ednan Kerîm: Belê, ev cara yekem bû ku ez ji bo konserê têm Qamişloyê. Ez xewnê bi wê yekê ve dibînim ku biçim Amedê û konserê bidim. Xewna min ew e ku ez biçim holeke bajarê Amedê û ji bo hezkirî û Kurdên Amedê stranan bibêjim.
Rûdaw: Te li Qamişloyê konser da, berê jî te li Hewlêr, Silêmanî, Dihok û Mehabadê konser dabûn.
Ednan Kerîm: Belê, min 3 konser li pey hev li Mehabadê dan. Hûn bi xwe jî dizanin ku min li Silêmanî, Hewlêr û Dihokê bi berdewamî konser dane.
Rûdaw: Te di albuma nû de helbesteke Cegerxwîn kiriye stran, niyeta te heye ku tu serdana gora wî bikî?
Ednan Kerîm: Îro tenê dema min hebû ku ez biçim serdana gora Mihemed Şêxoyê mezin bikim. Bi piştgiriya Xwedê di paşerojê de eger ji destê min bê ez dixwazim serdana gora mamoste Cegerxwîn jî bikim.
Rûdaw: Li Rojavayê Kurdistanê xwendina bi zimanê Kurdî kêm bûye. Bi dîtina te huner çawa dikare zimanê Kurdî biparêze?
Ednan Kerîm: Beriya her tiştî zimanê Kurdî di nava malbatê de çêdibe. Gava yekem, divê dayîk û bav bi zimanê Kurdî bi zarokên xwe re biaxivin. Gava duyem, divê hemû kur, keç û ciwan li Rojavayê Kurdistanê bi zimanê Kurdî biaxivin û di nava xwe de bi zimanekî din neaxivin. Çimkî nasnameya gelê Kurd ziman, cil û berg û folklora wî ye. Zimanê Kurdî bi helbestên Kurdî hatiye parastin. Melayê Cizîrî, Xanî, Nalî, Salim û Kurdî, hemû helbestvanan zimanê Kurdî parastiye. Lewma divê em jî biparêzin.
Rûdaw: Tu bawer dikî ku welatiyên Rojavayê Kurdistanê zimanê xwe winda nakin?
Ednan Kerîm: Belê ez di wê baweriyê de me û gelekî jî, maşallah hemû bi zimanê şîrîn ê Kurdî diaxivin û ez bi wê yekê gelekî kêfxweş im.

.jpg&w=3840&q=75)
