کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Huner

Diyar Keleş: Divê hezkirina ji bo karê mirov ji tirsê mezintir be

Dewran Mehmûd

Dewran Mehmûd

23-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Dewran Mehmûd
Dewran Mehmûd23-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Mustafa Altioklar: Dema ku Kurd tevahiya fîlmekî çêdikin, çima jê re bê gotin fîlmê Tirkan?
Huner18-11-2026

Mustafa Altioklar: Dema ku Kurd tevahiya fîlmekî çêdikin, çima jê re bê gotin fîlmê Tirkan?

Mahsun Kirmizigul piştî 26 salan axivî: Xwezî min bi Ahmet Kaya re hevdîtin bikira
Huner16-11-2026

Mahsun Kirmizigul piştî 26 salan axivî: Xwezî min bi Ahmet Kaya re hevdîtin bikira

‘Keçka Nisêbînê’ sêwî ma: Hozan Kilamedîn koça dawî kir
Huner16-11-2026

‘Keçka Nisêbînê’ sêwî ma: Hozan Kilamedîn koça dawî kir

Hewlêr (Rûdaw) - Xortekî Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê di beşa herî nû ya rêzefîlma navdar "The Hunger Games"ê de rolek lîst û gavek ber bi sînemaya cîhanî ve avêt.

Diyar Keleş bi rêya Rûdawê ji ciwanên Kurd re got, "Divê hezkirina ji bo tiştê ku mirov dike ji tirsê mezintir be."

Diyar Ehmed Keleşê 19 salî xelkê bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê ye.

Ew niha li bajarê Hamburgê yê Almanyayê dijî û amadehiyê ji bo ezmûnên pola 12an a amadehiyê dike.

Diyar di fîlma herî nû ya rêzefîlma "The Hunger Games" a bi navê "The Ballad of Songbirds & Snakes"ê de rola karakterê "Athrid" dilîze.

Ev ne derketina yekem a Diyar Keleş a di warê lîstikvaniyê de ye.

Wî berê di fîlmeke şirketa Netflixê de rol lîstiye û li ser şanoyên bajarê Hamburgê jî xebitiye.

Her wiha ji ber karên xwe yên şanoyê di Festîvala Şanoyê ya Ciwanan a Berlînê de xelat wergirtiye.

“Mamosteyê min rê li ber min vekir”

Diyar Keleş 23yê Çiriya Paşîn a 2026an di bultena Nûrojê ya Tora Medyayî ya Rûdawê de pirsên Nalîn Hesenê bersivandin.

Wî behsa destpêka karwana xwe ya hunerî kir û ragihand ku mamosteyê wî yê dersa şanoyê di pola 7an de ew han daye.

Diyar li ser vê yekê got, “Mamosteyê min ji min re got, 'Tu dikarî li derveyî dibistanê jî biçî şanoyê, ez potansiyeleke mezin di te de dibînim.' Wî rê li ber min vekir.”

“Min dizanî li projeyeke mezin digerin”

Diyar Keleş li ser çawaniya hilbijartina xwe ya ji bo fîlma "The Hunger Games" îdia kir ku ew bi rêya e-mailekê ji bo projeyeke navneteweyî hatiye vexwendin.

Wî da zanîn ku wê demê navê projeyê nediyar bû û got:

“Min navê hemû birêvebirên kastîngê yên li Almanyayê derxistibû. Min dizanîbû ku ew li projeyeke mezin digerin.”

Diyar behsa wê kêliyê jî kir ku nûçeya wergirtina wî ya ji bo fîlmê gihîştiye wî û anî zimên:

“Ajansa min ji min re gotibû ku ew dê saet 10ê sibehê agahiyê bidin min.

Di heman demê de keça apê min nameyek ji min re şand û got, 'Hunger Games li Almanyayê tê çêkirin, divê tu beşdar bibî.' Min jî di bersivê de got, 'Ez hatim wergirtin.'"

Diyar berê temaşevanekî asayî yê rêzefîlmê bû û lîstina di nav berhemê de ji bo wî tecrubeyeke cuda bû.

Wî hestên xwe wiha anîn zimên:

“Tê bîra min dema em zarok bûn, min, birayê xwe û pismamên xwe li Tirkiyeyê li fîlmê temaşe dikir.

Dema ku min li Almanyayê di hola sînemayê de li wê beşa ku ez bi xwe tê de beşdar bûm temaşe kir, ji bo min tiştekî gelekî mezin û xweş bû."

“Ez dizanim ez ji ku derê hatime”

Karakterê "Athrid" ê ku Diyar rola wî dilîze kesek e ku "di jiyana xwe de ti carî roj nedîtiye û tenê di nav tirsê de jiyaye lê tevî vê yekê jî qenciyê ji bo her kesî dixwaze."

Diyar amaje pê kir ku ji bo amadehiya rolê wan gelek rahênanên laşî kirine.

Diyar li ser pêwendiya xwe ya bi nasnameya Kurdî re tekez kir:

"Ez dizanim ez ji ku derê hatime. Gelek tişt tên bîra min dema ez li Dirbêsiyê bûm.

Ez Kurd im û ez dibînim gelek Kurd bi me re ne û dixwazin karên mezin bikin. Ev yek rê li ber me vedike."

Ew her wiha hêvî dike ku di paşerojê de karibe çîrokên Kurdî vebêje û serdana Kurdistanê bike.

“Divê hezkirin ji tirsê mezintir be”

Diyar di beşeke din a axaftina xwe de xwesteka xwe ya ji bo karê şanoyê nîşan da û got:

"Ez di şanoyê de hesteke zêdetir werdigirim. Xweştir e û tiştekî mezintir e.Tu bi wî karakterî re dijî."

Diyar Keleş di peyama xwe ya ji bo ciwanên Kurd de jî wiha got, "Ez dibînim ku tirs heye lê pêwîst e hûn bêtirs bin. Evîna ji bo wî karê ku mirov dike divê ji tirsê mezintir be. Tirs her tim heye lê divê evîn mezintir be."

Nûçeyên Têkildar

Mustafa Altioklar: Dema ku Kurd tevahiya fîlmekî çêdikin, çima jê re bê gotin fîlmê Tirkan?
Huner18-11-2026

Mustafa Altioklar: Dema ku Kurd tevahiya fîlmekî çêdikin, çima jê re bê gotin fîlmê Tirkan?

Mahsun Kirmizigul piştî 26 salan axivî: Xwezî min bi Ahmet Kaya re hevdîtin bikira
Huner16-11-2026

Mahsun Kirmizigul piştî 26 salan axivî: Xwezî min bi Ahmet Kaya re hevdîtin bikira

‘Keçka Nisêbînê’ sêwî ma: Hozan Kilamedîn koça dawî kir
Huner16-11-2026

‘Keçka Nisêbînê’ sêwî ma: Hozan Kilamedîn koça dawî kir

Pirsên