Hewlêr (Rûdaw) - Geştnameya nivîskar Bilal Gorgu Şadî ya bi navê “Rûmeta Çiyayên Windabûyî” ku ji zimanê Swêdî wergerandiye Kurdî, ji aliyê Weşanên DOZê ve hat çapkirin.
Wergera vê berhemê ji aliyê Adnan Axacan ve hatiye kirin.
Rêwîtiya ji Yalovayê ber bi Kurdistanê ve
Berhem di cureya geştnameyê de ye û li ser rêwîtiyeke ku xwedî armancên cuda yên kesane, bîranînî û karên nivîsandinê ye disekine.
Nivîskar di geşta xwe de pêşî diçe cem hevalê xwe Firad ê ku li Yalovayê dijî û ji wir ber bi Kurdistanê û bîranînên zaroktiya xwe ve bi rê dikeve.
Armancên rêwîtiyê û romana dîrokî
Li gorî nivîsa li ser paşberga pirtûkê, yek ji armancên vê rêwîtiyê ew e ku nivîskar xatir ji dê û bavê xwe û hezkiriyên xwe yên koçkirî bixwaze.
Her wiha armanc dike ku romana xwe ya dîrokî ya ku qala çarenûsa hinek kesan di qonaxên dawî yên Şerê Cîhanê yê Yekem de dike, bi çîrokên zilamên pîr ên gundê zaroktiya xwe biqedîne.
Şopên şer û koçberiyê
Di nivîsa paşbergê de rû bi rû bûna bi bîranînên rabirdûyê û şopên şer û koçberiyê wiha tê vegotin:
“Lê ez çawa dikarim bîranînên gundên şewitî, rûmeta windabûyî ya çiyayan, leşkerên kamuflajkirî yên bi çekên xwe yên kişandî, tirsa mirinê ya ku di bin çermê min de diçû, şevên bêdeng ên dirêj û bêdawî li dû xwe bihêlim.”



