Hewlêr (Rûdaw) - Romana yekem a nivîskar Înan Eroglu ya bi navê “Hotêl Geremol” ji aliyê Pall Weşanê ve hat çapkirin û gihîşt ber destê xwîneran.
Nivîskar bi vê berhema xwe ya nû, piştî xebatên xwe yên din ên wêjeyî, yekem car bi romanekê derdikeve pêşberî xwînerên Kurdî.
Nivîsa paşbergê ya romanê
Di nivîsa paşberga romana “Hotêl Geremol” de wiha tê gotin:
“Stranbêjeke ku ji bo konserekê berê xwe daye Diyarbekirê. Sê jinên ku li gel sê keçên xwe yên biçûk li hotêlekê qesidîne. Rojnamegerekî ku ji bo kargeheke medyayê hatiye vexwendin. Çekçekajoyekî ku di nav kuçeyan re piyase dike. Şofêrekî alozî-çêker. Sê xortên ku hev ducare dikin. Û Hotêl Geremola ku li navenda hemû bûyer û vegotinan e, li gel Xanim Geremola ku me li qunc û qorziyên xumam ên dîroka wê digerîne.
Ev romana ku bi kes û kûsên xwe ve pirdeng, bi mekanê xwe ve têr-tebdîl, bi zemanê xwe ve tewr bi tewr, bi vegêrana xwe ve civatgêr û pênebawer e, serederî bi serêşiyeke takekesî û polîtîk dike. Wextê vegêr çavgirtî destê xwe diavêje qewlikê çîrokê, birek bûyer û şexsiyetên dîrokî bi awayekî din zindî dike. Dawiya dawî pirsek jê dimîne: Gelo xwişkayetiya di romanê de helwestek e an binesaziyeke vegêranê ye?
Hotêl Geremol ku romana ewil a Înan Eroglu ye, di ser çîrokên têvel ango têr-geremol ên şexsan û hotêlekê re guherîn, şikestin û geşestandinên li bajarekî bi paşxaneyeke berfireh radixe û navenda bûyeran her çend hefteyeke sala 2018an be jî, bi qevastinên xwe yên zemanî di navbera 1950 û 2040î re çerx dibe.”
Înan Eroglu kî ye?
Nivîskar Înan Eroglu sala 1994an li Bismilê ji dayîk bûye.
Ji sala 2010an û vir ve nivîsar û hevpeyvînên wî di çend kovar, rojname û malperan de belav bûne.
Heta niha sê pirtûkên wî yên çîrokan ên bi navên “Têbîniyek” (2019, Avesta), “Serpêhatiyên Înanolo û Çîrokên Din” (2021, Avesta) û “Heft û Heştên Mirinekê” (2023, Pall) hatine weşandin.
Wî her wiha pirtûkên kolektîf ên bi navên “Trêna li Stasyona Xwe Digere” (2024, Pall) û “Çi Şên e Qehwexaneya Bajêr” (2025, Pall) amade kirine.



