کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Pirtûka Delyadil / Wêne: Weşanên Dozê

Pirtûka Delyadil / Wêne: Weşanên Dozê

Çand û Huner

Nameyên Guhdar D. çap bûn

RÛDAW

RÛDAW

10-03-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW10-03-2026

Nûçeyên Têkildar

Polîsan bi ser Weşanxaneya Belkiyê de girt
Çand û Huner18-11-2026

Polîsan bi ser Weşanxaneya Belkiyê de girt

Paix klîpa strana xwe ya nû ya bi hişê çêkirî li Amedê girt
Çand û Huner17-11-2026

Paix klîpa strana xwe ya nû ya bi hişê çêkirî li Amedê girt

Weşanên Avestayê çapa nû ya pirtûka Fatma Savciyê 'Bîra Birînê' belav kir
Çand û Huner16-11-2026

Weşanên Avestayê çapa nû ya pirtûka Fatma Savciyê 'Bîra Birînê' belav kir

Hewlêr (Rûdaw) - Berhema yekemîn a bijîşk Delyadilê ya bi navê "Guhdar D." ji aliyê Weşanên DOZê ve hat weşandin.

Naveroka vê pirtûkê ji nameyên dîjîtal pêk tê ku van salên dawî di "Perxudres Podcast"ê de hatibûn weşandin.

Pirtûk ji 13 nameyan pêk tê

Di berhemê de 13 name hene û pirtûk bi pêşgotina rojnameger Omer Faruk Baran dest pê dike.

Her wiha Omer Faruk Baran di nivîsa paşbergê de bi van gotinan qala naveroka berhemê kiriye:

"'Guhdar D.' bi van nameyên xwe, kaosa bajarekî ye. Hizûr û honikiya berêvareke havînê ya li ber golekê ye.

Wêneyek e ku piştî bi dehan salan dema barkirina pirtûkan hatiye dîtin.

Qehrek e, xuşexuşa hêsiran e ku çem jê ditirse.

Şabûneke dilşikestî ye, gramereke şaş a bi gotinên rast e, hebeke serêşê ye û wer helbestek e ku xwe li herfên xwe rakişandiye."

Taybetiya dengî bi koda QRyê

Xwendevanên ku bixwazin nameyên berhemê bi deng guhdarî bikin, dikarin koda QRyê bi kar bînin.

Ew koda QRyê li paşberga pirtûkê hatiye bicihkirin.

Delyadil kî ye?

Delyadil 21ê Adara 1990î li navenda Amedê ji dayîk bûye.

Bi gotina wê, ew dêya keçekê ye.

Ew ji sala 2014an ve li Amedê wekî bijîşk dixebite.

Her wiha sala 2023yan jî dest bi pisporiya onkolojiyê kiriye.

Pirsên