کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Dilvîn Filît xelat stand / Wêne: Rûdaw Grafîk

Dilvîn Filît xelat stand / Wêne: Rûdaw Grafîk

Çand û Huner

Keça Kurd Dilvîn Filîta ji Qazaxistanê li New Yorkê xelatek stand

RÛDAW

RÛDAW

26-03-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW26-03-2026

Nûçeyên Têkildar

Polîsan bi ser Weşanxaneya Belkiyê de girt
Çand û Huner18-11-2026

Polîsan bi ser Weşanxaneya Belkiyê de girt

Paix klîpa strana xwe ya nû ya bi hişê çêkirî li Amedê girt
Çand û Huner17-11-2026

Paix klîpa strana xwe ya nû ya bi hişê çêkirî li Amedê girt

Weşanên Avestayê çapa nû ya pirtûka Fatma Savciyê 'Bîra Birînê' belav kir
Çand û Huner16-11-2026

Weşanên Avestayê çapa nû ya pirtûka Fatma Savciyê 'Bîra Birînê' belav kir

Hewlêr (Rûdaw) - Keça Kurd a 15 salî ya ji Qazaxistanê Dilvîn Filîtê li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê serkeftineke mezin bi dest xist.

Wergirtina xelatên bi prestîj ên Dilvîn Filîtê yên di pêşbirkên navneteweyî de didome.

Vê carê behreyên Dilvîn Filîtê yên muzîkê li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê hatin nirxandin.

Dilvîn Filîta 15 salî ya ji bajarê Almatayê yê Qazaxistanê beşdarî pêşbirka navneteweyî ya bi navê New York International Competition for Performing Artsê bû.

Ev pêşbirk 22yê Adarê bi beşdariya bi sedan muzîkjenên ji hemû cîhanê hat lidarxistin.

Dilvîn Filîtê di vê pêşbirkê de xelatek wergirt.

Ev xelat di kariyera wê ya hunerî de bû gaveke nû û girîng.

Ji biçûkatiya xwe ve bi muzîkê re ye

Dilvîn Filît li Almatayê di malbateke Kurd a rewşenbîr de ji dayîk bûye.

Wê bi piştgiriya dê û bavê xwe ji zaroktiya xwe ve jêhatîbûna xwe ya muzîkê nîşan daye.

Dilvînê heta niha di pêşbirkên cuda yên navneteweyî de gelek xelat bi dest xistine.

Wê di Grand Music Festivalê de xelata pileya yekem wergirtiye û her wiha wê di beşa kemanê de Xelata Mezin (Grand Prix) standiye.

Dilvînê di pêşbirkên Magic Melodies û Instrumental Artê de jî xelat bi dest xistine.

Li Kurdistanê jî tê naskirin

Dilvîn di nav Kurdên welatên Yekîtiya Sovyetê ya berê de gelekî tê hezkirin.

Çalakiyên çandî yên Kurdan bi piranî bi beşdariya wê tên sazkirin.

Tora Medyayî ya Rûdawê jî gelek caran qala performans û çîroka wê kiriye û bi vî awayî Dilvîn li Kurdistanê jî hat naskirin.

Ev serkeftina wê ya nû ya li New Yorkê nîşan dide ku Dilvîn Filît êdî li cîhanê jî tê naskirin.

Ew ne tenê wekî hunermendeke ciwan a Kurd, her wiha wekî xwendekareke jêhatî ya dibistana muzîkê ya Qazaxistanê jî navê xwe li cîhanê belav dike.

Pirsên