کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Suzan Samanci / Wêne: Arşîv

Suzan Samanci / Wêne: Arşîv

Çand û Huner

Wêjeya Kurdî li cîhanê belav dibe: Eulama û Suzan Samanciyê li hev kir

RÛDAW

RÛDAW

28-04-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW28-04-2026

Nûçeyên Têkildar

Polîsan bi ser Weşanxaneya Belkiyê de girt
Çand û Huner18-11-2026

Polîsan bi ser Weşanxaneya Belkiyê de girt

Paix klîpa strana xwe ya nû ya bi hişê çêkirî li Amedê girt
Çand û Huner17-11-2026

Paix klîpa strana xwe ya nû ya bi hişê çêkirî li Amedê girt

Weşanên Avestayê çapa nû ya pirtûka Fatma Savciyê 'Bîra Birînê' belav kir
Çand û Huner16-11-2026

Weşanên Avestayê çapa nû ya pirtûka Fatma Savciyê 'Bîra Birînê' belav kir

Hewlêr (Rûdaw) - Eulamaya ku yek ji ajansên wejeyî yên herî kevn û biperestîj ên Îtalyayê ye, ragihand ku ew nûnertiya navneteweyî ya nivîskara navdar a Wêjeya Kurdî ya hevdem Suzan Samanciyê dike.

Ajansa Wêjeyê ya Eulamayê sala 1962yan hatiye avakirin û navenda wê li Romaya paytexta Îtalyayê ye.

Ajansa Wêjeyê ya Eulamayê mafên wêjeyî, lîsansên fîlm û pirtûkên dengî yên nivîskaran li seranserî cîhanê bi rê ve dibe.

Eulama wekî pireke pêwendiyê ya di navbera cîhana weşangeriyê ya Ewropa û Amerîkaya Latîn de tê naskirin.

Ajansê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku ew amade ne berhemên Suzan Samanciyê bigihînin weşangerên navneteweyî.

"Yek ji dengên herî resen ên Wêjeya Kurdî"

Eulamayê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser cihê Suzan Samanciyê yê di Wêjeya Kurdî ya hevdem de û anî ziman:

"Suzan Samanci, yek ji dengên herî resen û berbiçav ên Wêjeya Kurdî ya hevdem e.

Ew nivîskara kuliyateke berfireh e ku ji nêzîkî 12 romanan û gelek çîrokên kurt pêk tê.

Gelek berhemên wê li zimanên cuda hatine wergerandin û ev yek jî nîşaneya wê yekê ye ku nivîsên wê di asta navneteweyî de tên ecibandin."

Mijarên sirgun, bîr û nasnameyê di navendê de ne

Ajansê bi taybetî bal kişand ser berhema wê ya bi navê Koca Karinli Kent (Bajarê Zikmezin) û şêwaza wê ya edebî wiha pênase kir:

"Vegotina nivîskarê ya xwedî hişmendiya poetîk û polîtîk; mijarên wekî sirgun, bîr, tundî û nasnameyê bi kûrahî dihûne.

Berhemên Samanciyê di cîhana rexneya edebî de cihekî berfireh digirin.

Ew di nîqaşên edebiyata polîtîk û ya piştî mêtingeriyê (post-kolonyal) de her ku diçe zêdetir cih digirin."

Dîrok û mîsyona Eulamayê

Bingeha Eulamayê li Buenos Airesê ji aliyê Harald Kahnemann-Oppenheimer û Karin von Prellwitz ve hatiye avêtin.

Navê ajansê ji kurtkirina "European Latin American Agency" tê.

Saziya ku ji sala 1964an û vir ve xebatên xwe li Romayê dimeşîne, ji dan û standina mafên edebî heta peymanên berhemên bi hev re di gelek waran de xizmetê dide.

Tevlîbûna Suzan Samanciyê ya Eulamayê wekî gaveke stratejîk tê dîtin ku Wêjeya Kurdî bi mijarên gerdûnî bigihêje xwînerên cîhanê.

Ajans plan dike ku di mehên pêşiya me de berhemên Samanciyê pêşkêşî weşanxaneyên mezin ên cîhanê bike.

Nûçeyên Têkildar

Polîsan bi ser Weşanxaneya Belkiyê de girt
Çand û Huner18-11-2026

Polîsan bi ser Weşanxaneya Belkiyê de girt

Paix klîpa strana xwe ya nû ya bi hişê çêkirî li Amedê girt
Çand û Huner17-11-2026

Paix klîpa strana xwe ya nû ya bi hişê çêkirî li Amedê girt

Weşanên Avestayê çapa nû ya pirtûka Fatma Savciyê 'Bîra Birînê' belav kir
Çand û Huner16-11-2026

Weşanên Avestayê çapa nû ya pirtûka Fatma Savciyê 'Bîra Birînê' belav kir

Pirsên